Kultur

Helbest: Galegala Giyan

GALEGALA GIYAN

ez
ne destpêk im
ne jî dûmahîk
ne dişibim xwe
ne jî kesên din
xeyaletekî taristanê me
xewnên reşbelek
kul û keser
eşq û derbederiya xwe me
ahenga xemgînî û dilşadiyê me
qelebalixa dengên bêwate
bêdeng min diponijînin
dikevim binçengê hevokên şikestî
bi jana ramanên xwe re
digerînim
mêjiyê helbestê ker û lal e
parsiyên hestan kor û kulek in
ziman
di galegala ferhenga demê de
nalenal e
celadên devbixwîn
siya kenê çavên min tawanbar dîtin
û li dadgeha dîroka rûreş darizandin  
min
li ser erdnîgara hesreta salan
roj qulibandin şevê
şev qulibandin rojê
cilûbergên xeyalên mirina bêbext
li xwe kirin
li ser doşeka bîranînên toza striyan
raketim
xewnereşk
xwe li bedena xewa şevên şîrîn dipêçin
eniya êşê maç dikim
bareşa temenê têkçûyî
didim ber keviran
bi rêberiya dilê fedyok
bi ferişteyên giyanstan re
peywendiyê datînim
û bi coşa çepikên serkeftinê
destmala keştiya azadiyê
li ba dikim…

Xizan Şîlan

2010-01-01

Stockholm              

Back to top button