Cîhan

Serokê hukumetê beşdarî di forma Davos de kir

Foruma Davos hersal ji bo nirxandin û pesendkirina rewşa aborîya cîhanî tê sazdan û tê de, guft û goyên berfireh di derbarê pirsên aborîyên cîhanî de têne kirin.

Yek ji pirsên ku di vê forumê de behsa wê hat kirin, pirsa rewşa Rojhilata Navîn a niha û sistema nû ya cîhanî û geşkirina aborî û demokrasîyê jî bû.
Di vê forumê de, behsa qeyrana (krîza) aborîya cîhanî jî hat kirin û di vê derbarê de hat daxwazkirin, ku alîyên navdewletî hevgirtinekê di navbera xwe de dirist bikin.

Serokê hukûmeta herêma kurdistanê Berhem Salih di vê forumê de, behsa rewşa aborîya herêma Kurdistanê kir û ragihand, ku derfetên investkarîyê li herêma Kurdistanê gelek in.

Berhem Salih di nav kar û barên vê forumê de, dîdarên giring bi serokê wezîrên Denmark, wezîrê derveyê Swed, wezîrê derveyê Brazîl, wezîrê bazirganîyê yê Turkiye, serokê berê yê wezîrên Brîtaniya Tonî Blêr û çend kesên dinên bazirgan û siyasetmedar re saz kir.

Serokê hukûmeta herêma kurdistanê di an dîdar û kombûnên xwe de yên bi berpirsên mezinên dewletan û serokên kompanyayên cîhanî re, behsa rewşa xweş û arama herêma Kurdistanê kir û daxwaz ji wan kir, ku ew beşdarîyê di avakirina  herêma Kurdistanê de bikin.

Back to top button