Gelo dor tê Sûrî ?
Serokê Emerîkayê, Barack Obama, digel cihgirê xwe, Josef Biden, civînek li ser rewşa dawiyê ya Misrê pêkanî.
Piştî civînê daxuyaniyek her li ser nirxandina rewşa Misrê hate belav kirin.
Serok Obama di wê daxuyaniyê de li ser serokê Husnî Mûbarak şidand ku “ew ji bo guhertinên demokratîk re gavên berbiçav bavêje!”
Li aliyê dî jî, rêvebirên Fransa, Elmanya û Ingilltere jî daxwaz ji Husnî Mûbarak kirin ku ew “li pêşberî xwepêşanedanan şidetê bikar neyne; ew rê li hilbijartinên azad veke.”
Herweha wan ji Mûbarak xwestin ku ew rêzgirtinê li mafê mirovan bigire.
Her ji ber van daxuyaniyan, tê gotin ku piştî Ewropayê, Emerîka jî dev ji piştevaniya Husnî Mûbarak berdaye û ew bi qedera pêşeroja wî ve bitenê hêliştine.
Bi vî awayî Husnî Mûbarak nikare xwe li ser hikûm bigire.
Rojên wî yên desthilatdariyê tewa bûne.
Li gor ragihandinên dawiyê, polîsan dev ji midaxaleya xwepêşanedanan berdane.
Ew bes destgahên dewletê, wek wezareta hundûrî, TV û hwv diparêzin.
Niha li şûna polîsan, esker karên polîsan dikin.
Her ji ber xwekêşana polîsan li welêt kaosek, tevliheviyek peyda bûye!
Mal û milk, dikanên milet tên talankirin.
Her ji ber vê yekê, gelek xortan “grubên parastinê” çêkirine û ew hewil didin ku kes talanê neke.
Li aliyê dî jî, hate ragihandin ku beşek ji mumyayên, wek peykerê Firawun yên dîrokî yên Misre li Mûzeyê hatine xirabkirin.
Grûbek ji millet xwe li dora mûzeyê kirine wek “dîwarê, sûrha insanî” da ku ew mûzeyê ji talanê biparêzin.
Li gor agahdariyên dawiyê, dewlemendên Misrê yek bi yek digel malbatên xwe, bi balfiran ji Misrê derdikevin dervayî welêt, taybetî ew taybetî diçin Dubayê.
Cihê gotinê ye ku tê gotin ku taktîka Husnî Mûbarak ew e ku “li welêt kaos, tevlihevî peyda bibe û piştre ew bi eskeran dest dane ser wê kaosê û bi vî awayî ew temenê desthilatdariya xwe dirêj bike!”
Herweha Husnî Mubarak dixwaze bi hinek guhertinan di desthilatdariyê de çêke, lê diyar e milet van guhertinan jî qebûl nake.
Ew dixwazin Husnî Mûbarak û grûba (elîta) wî bi temamî dev ji desthilatdariyê berdin.
Lê xuya ye ku xwepêşanedan dê heçend biçe xurt û zêde bibin heya ku ew vê desthilatdariya ku 30 sal in berdewam e, biruxînin.
Wek me berê jî nivîsandîbû:
“Gava Ga Dikeve Xwediyê Kêran Zêde Dibin!”
Herwisa, yek ji xwediyê “wan kêran”, Mohammad Al Baradaei, xwediyê xelata nobelê, ye.
Hate xuyakirin ku Al Baradaei bi daxuyaniyên xwe yên dijî desthilatdariya Husnî Mûbarak û beşdarbûna wî digel xwepêşanedanan, diyar dike heya ji wî tê ew “kêra xwe tûj dike û dilê xwe dimizmizîne serokatiya desthilatdariya Misrê!”
Li gor dîtina min, noqteya girîng ew e ku diyar e ev bayê şoreşa Tunusê dê xwe, piştî şoreşa Misrê, bigihîne Sûrî jî.
Û ew dikare rejîma Sûrî jî bide ber xwe.
Lê pirs ev e:
Gelo kurd, li vî beşê Kurdistanê, ango li rojavayê Kurdistanê, ji vê şoreşê re amade ne yan na!
Li gor dîtina min, sed hey û mixabin ew hê ne amadene!
Û herwisa, gelo Emerîka û Ewropa ji guhertina Sûrî re jî amadene?
Her ji ber neamadebûn, lawazbûn û belavbûna hêza miletê kurd li vî beşê Kurdistanê, ez bawernakim ku ne desthilatdariya Emerîkayê, ne jî yên Ewropayê ji bo bidestxistina mafê kurdan li vî beşê Kurdistanê bernameyek yan jî amadekariyek xwe hebin!
Û tirsa min ew e ku ew dê di vir de yan “status que”parast bin!
Yan jî, ew dê piştevaniya her desthilatdariyek ku li şûna rejîma Baas were ser hikûm bikin- bila ew desthilatdarî mafên kurdan qebûl nekin jî!
Lê di vir de, dê rola Îsraîl çawan be, ew jî girîngî û taybetmendiyek balkêş e!
Bes divê newe jibîrkirin ku her guhertinek ya “status que” (rewşa berdewam, wek xwe) li vî beşê Kurdistanê, dîsa jî dê ji bo miletê kurd qezencek mezin be!
Dr.Cuwan Heqi
(MediaKur)