Tirs ket di dilê Bişar de
Serokê Surî Bişar Esad daxuyaniyek da rojnama Wall Street Journal. Esad bûyerên li Misrê û Tunisê destpêkirîn wek destpêka guhertina li Rojhilata Navîn dinirxîne û ew bi xwe jî xwe amade dike ku li Surî hinek guhertinan pêkbîne. Esad di daxuyaniya xwe de,di derbarê bûyeran de got ku, eger hun pêwistiya kirina hinek reforman nehesin, ew tê wê wateyê ku ji bo pêkanina hinek reforman mirov dereng dimîne.
Li gora nûçeya Wall Street Journal, çavên Washington li Suri ye. Washington dixwaze Surî ji Îranê dûr bike û nêzikî xwe bike. Wek tê zanîn Surî pêwendiyên xort li gel Hizbullah û Hamasê hene.Esad Bawer dike ku bûyerên li Misrê çêbûyin li Surî çênabin. Herweha esad bawer dike ku, dijitiya wan ya Amerîka û Israîl hiştiye ku di navbera wan û xelkê Surî de girêdanek xort peyabûye. Esad, dide kifşkirin ku li Surî hinek kêmasî hene.
Esad dixwaze gava yekem hilbijartinên herêmî pêkbîne.Herweha da xuyakirin ku, ew dixwazin dezgehên sivîl xort bikin û di derbarê azadkirina medyayê de hinek qanûnan derêxin.
Di derbarê pêwendiyên li gel Amerîka de jî Esad got ku, pêwendiyên me li gel DYA pêşbikevin jî tu caran mirov nikare welatek wek Îranê paşguhê xwe ve bavêje û nebîne.
Li gora nûçeya Wall Street Journal, dixweyê ku bûyerên Tunis û Misrê tirsek mezin êxistiye di dile Bişar Esad de jî. Lê ewê hewl bidin ku hinek kiryarên basît xwe ji van bûyeran biparêzin. Veca rastî ji kiryarên wan gelekî ji hev dûrin. Misir dikare bibe destpêka guhertina rejimên welatên Erebî.
Guhertinên Surî ji welatên din gelekî girîngtirin, ji ber ku beşek ji Kurdistanê di bin destê vî welatî de ye û tu mafên kurdan tuneye û herweha zordariyek mezin li ser kurdan heye.