Goran daxwaza hilweşandina desthilata siyasî û qanûnî dike.
Li ofîsa xwe ya taybet ya hikûmeta herêma Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê di preskonferensekê de, Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê berisva pirsên rojnamevanan da û çend meseleyên giring taybet bi rewşa Kurdistanê zelal kirin. Herwesa Salih di preskonferensê helwesta hikûmetê li dor daxuyaniya tevgera Goran ku beriay du rojan daxaza hilweşandina parlamento û hikûmeta herêma Kurdistanê kir bû, ragehand.
Bi kurtî ev li jêr axavtin û bersivên Berhem Salih serokê hikûmetê di preskonferensê de:
– Di demekê de ku pêbînî dihat kirin ku rewşa herêma Kurdistanê aramtir be, em di hewildananên lihevtêgihiştin û biyekgehiştina aliyên siyasiyên herêma Kurdistanê de, ji bona diyarkirina paşeroja herêma Kurdistanê, rewşa nuha ya Îraqê û pirojeyê çaksaziyê de bûn, bi awayekî neçeverêkirî de Tevgera Goranê beynameyek weşand ku mirov bi her awayekî li wê beyanameyê binêre, dibîne ku ew beyaname daxaza hilweşandina sîstena siyasî, destûrî û qanaûniya herêma Kurdistanê dike, daxaza guhertina hemû saziyên şer`iyên herêma Kurdistanê dike.
– Beynameya Bizava Goranê qonaxeke nû ya ziman û peyama Goranê bû, li şûna ku daxaza çaksaziyê di vê qpnaxê de bike, wê daxaza hilweûandina saziyên sîstema siyasî, destûrî û qanûniya herêma Kurdistanê kiriye. Ev pirensîp, pirensîpên pîrozên xelkê Kurdistanê û sîstema hukimdariya herêma Kurdistanê ne.
– Oppzisyon diyardeyeke saxlem û pêwîste bingehekî esasê jiyana demokrasiyê ye, di heman demê de timamkera hikûmetê ye, tu hukimdariyên saxlem li yi cîtên cîhanê bêy opozisyneke aktîv û çalak serkeftî nabe.
– Teslîmkirina deselatê bi rêya sindoqên dengdanê û li jêr siha parlamentoyê de, pirensîpekî giringê hukimdariya saxlem û jiyna demokrasiyê ye. Ji ber hindê ew xwîşk û birayên li parlamentoya Kurdistanê ne gelek normal bû di bin siha parlamentoyê de daxaza paşdevekişandina baweriyê bi hikûmeta herêma Kurdistanê bikraye, daxaz bikraye ku serokê hikûmetê û wezîr li parlamentoyê amade bibin û bersiva parlamenteran bidin.
– Tevgera Goran di beyanameya xwe de daxaz kiriye ku milkê giştî bo hikûmetê bê vegerandin. Em vê daxaza Goranê bi daxazeke adil dizanin û mej î gelek caran ev daxaz kiriye. Lê tevî Partî û Yekêtiyê divê Tevgera Goran jî milkê giştî ji bo hikûmetê vegerîne. Divê em wê rastiyê bizanin ku bi tenê Partî û Yekêtiyî milkê giştî zeft nekiriye, tevgera Goran dinav dilê bajarê Silêmaniyê de 122 dunem zevîyên milkê giştî dagîr kiriye.