Li Beyrûda Lûbnanê ya Xweşika Deryayan

“Navê min Emîne ye. Ez Emîneya Xeloyê Remê Hîr im. Navê diya min Besê bû. Besêya Şexoyê Nebî. Malbata diya min Besê ji hêla Rihayê bû. Dê û bavê dayîka min li wir binax bûne.”

Gava ku dozê lê dikim ku hinek behsa xwe ji min re bike, bi van peyv û gotinên xas bersiva min dide. Ez ji Stenbolê, ew ji gundekî Kobanê hatibû Beyrûda Libnanê û em li mala kurê wê yî helbestvan li hev qesidîbûn. Bêyî ku haya me ji hev hebe, di zivistaneke “şîregermî” ya Beyrûdê de ez bûm kurê wê, ew ji min re bû dapîreke ji serpêhatî û çîrokên “zemanên berê” derketî…

Di destpêka sohbeta me de, pê hesiyam ku bûye hêlîna êş û keseran. Ji roja ku çavên xwe ji ronahiya dinyayê re vekirine heta niha derd û kul bûne para wê. Dixwazim ew bixwe behsa vê yekê bike, dike jî:

Bavê min mir, diya min dan mêr, ez sêwî mam!..

“Ez ji Gundê Şêranê me, Şêrana Kobanê… Di mala ku lê hatime dinyayê, heta niha dijîm. Rehma Xwedê lê û li miriyên haziran, du salî bûm gava bavê min serê xwe danî û mir. Diya min qîz bû, bavê min pê re zewicî. Ji ber ku jina bavê min miribû, diya min qîz bû gava ku wî ew xwestibû. Ji diya min û bavê min re 3 zarok çêbûn. Kurek û keçek. Keç û kur hê zarok bûn, bi sorikan ketin û rehma Xwedê kirin.
Piştî mirina her du zarokan, bavê min jî mir! Ez û diya xwe man. Ji ber ku malbavê diya min, hatin diya min birin û dan mêr, ez bi tenê mam. Êdî sêwî mabûm û mala apê min ez xwedî kirim…”

Di 15-16 saliya wê de, dayîka Emîneyê didin mêr. Wê bi kurapê wê re dizewicînin. Diyar dike ku kurapê wê 15-20 salan jê mezintir bû. Ev 8-9 sal in ku mêrê wê çûye ber rehma Xwedê. Dibêje sedema mirina rehmetî, xitimandina damarên dilê wî bixwe bûye. Gava ku “xatir” jê xwestiye, 72-73 salî bûye.

70 sal, 9 zarok, 37 nevî…

Doza berdewamiya axaftinê lê dikim. Bi rûkenî û bişirîneke zirav, tevî henûniyeke nefsbiçûk ew dibêje, ez guhdariya wê dikim:

“Ez bixwe nêzî 70 salî me. 9 zarokên min çêbûn. Kurê min ê dawî 7 mehî bû rehma Xwedê kir. 5 kur û 3 qîz man. Kurê min ê mezin Brahîm Xelîl, li ser 50 salî re ye û li Kobanê dijî, zarokê min ê biçûk jî Ehmed e, 30 salî ye û li Gundê Şêranê li cem min e. Kurekî min heye, mezin e, lal e, navê wî Smaîl e, ew nezewicî û wisa ma. Em malbateke nexwendî bûn. Mêrê min nimêjan dikir, lê tu caran ji zarokên xwe re nedigot; ‘nimêjan bikin.’ Tew bi ser de jî digot; ‘Piraniya şêx û meleyan derewan dikin!’ Mêvan dihatin mala me, keç û qîzên me, her li nava malê bûn, xwe venedişartin. Lê malbatên din ne wiha bûn. Keçên wan, qîzên wan nedihatin civatê. Çavên zilaman bi keç, bûk û qîzên wan nediketin. Lê dîsa jî, rojek ji rojên Xwedê navê keç û kurên min bi kesî re derneketin…”

Vê gavê 37 neviyên wê hene. “Înşelah” dibêje û berdewam dike; “Hêviya min ew e bibin 50 jî! Neviyekî wê bi navê Yawer îsal zewicî ye, hê zarokên wî tunene.

Gelo navbera dayîka Emîneyê û apê rehmetî çawa bûye? Bi çi terhî û çawa behsa wî dike? Ne li benda pirseke wiha ye. Bi şaşwazî û nîvkeser li xwe mikûr tê û dibêje: “Ez pir gunehkar im kurê min! Mêrê min pir ji min hez kir, lê heta mir jî min jê hez nekir!.. Lê mêrekî baş bû ha… Rehma Xwedê lê be!..”

“Qîzeke apê min hebû, em bi hev re di malekê de mezin bûn. Hatin xwestin û çûn ku cihêzên wê çêkin. Gava ku xwezgînî rabûn çûn, kesên me kirin tilîlî û zilxit. Milet pirsî; ‘çima hûn dikin tilîlî?’ Ne adet e ku mala keçika xwestî bike tilîlî. Ew karê mala zavê ye. Gotin; ‘Em ne ku tenê keça xwe didine mêr, her wiha em kurê xwe jî dizewicînin.’ Haylo; wê gavê min fêhm kir ku ez jî dibim bûk…”

Ji ber ku wê wekî bûk bihata eynî malê, divê Dayîka Emîneyê wê şevê ji mal derketa. Lewre jî malbata wê, bi şev wê dibin maleke cînaran. Destên wê hene dikin. Wê şevê li wir radizê. Dotira rojê di nava xirecir û dengê dawetê de, wê tînin mala ku her roj lê ye.

Rojek hat, bêyî ku hez bikim zewicîm…

Gelo tu caran hez kir? Evîn bû para wê? Ew jî yek ji hevalên hogirên xwe bû an, ji wan şikestîtir û melûltir bû? Peyvên bersiva wê bi qasî têrkeser in, hewçend jî feylesofî ne: “Qîzên bi dê û bav mezin bûne, xwediyên gotinên nixamtî û veşartî ne. Xelk, dê û bav, cînar dikarin raz û taybetmendiyên wan veşêrin. Lê qîzên sêwî, qîzên bê dê û bav ne wiha ne. Ez jî wiha bûm, yek ji wan kesên sêwî bûm. Qîzên bê dê û bav ditirsin, ne di destên xwe de ne, darên şikestî ne. Tevahiya çavan li ser wan in. Ne serbest û azad in. Lewre min nedikarî hez bikim kurê min. Hezkirin li ku, ez li ku? Lewre jî rojek hat, bêyî ku hez bikim zewicîm…”

Merivên Dayîka Emîneyê li serxetê ango li hêla Rihayê û Deşta Sirûcê hene. Lê li gorî bilêvkirina wê, ew qet derbasî hêla din nebûye. Gava ku em behsa vê meseleyê dikin, serpêhatiyeke karesatî û malkambax derdikeve holê. Kerem bikin, em guh bidin wê:

“Bavê min cara ewil jineke bî li serxetê, ji hêla Rihayê ji xwe re tîne. Kurekî biçûk ê jinikê jî heye. Jinik bi şertê ku kurê wê jî pê re be, bi bavê min re dizewice. Bavê min jinika bi navê Rihanê tevî kurê wê tîne Kobanê gundê Şêranê. Kurik mezin dike, dizewicîne. Malekê jê re çêdike û kur jê vediqete. Ji bavê min û Rihanê re kur û qîzek çêdibin. Paşê Rihanê ango jina bavê min rehma Xwedê dike. Bavê min, tevî kur û qîzeke xwe dimîne. Kurê bavê min, wê demê tevî hevalên xwe di navbera serxet û binxetê de qaçaxiya sînoran dike. Di rojeke wiha de, gava derbasî serxetê ango aliyê Tirkiyê dibin, di şikefta ku lê qesidîne de, kurik di hembêza hevalê xwe de dimire. Li wir, li aliyê Rihayê vedişêrin. Kesek cendekî wî jî nabîne. Hasilî kelam, bav tevî qîzekê dimîne. Qîza xwe berdêlî dike û diya min ji xwe re tîne. Te fêhm kir ne? Qîza xwe bi diya min re diguhere…”

Tu jî kurê min î, heta vî temenî min xweşî nedît…

“Kurê min!” dibêje û lê zêde dike: “Gelek kes hene dibêjin; ‘Min hebûn jî, tunebûn jî dît” lê min rojek be jî hebûn nedît. Ji bo di mala apê xwe de bihêwirim, min wekî peyayan ango wekî mêran kolanê dikir, çapê dikir, min pembo berhev dikir. Wele lawo, tu jî kurê min î, heta vî temenî min xweşî nedît…”

Ew ji terkeseriya kurên xwe hinek bi gilî û gazinc e: “Ew terkeser bûn. Du kurê min li Beyrûdê ne. Kurek û qîzeka min li Kobanê ne. Kurek û qîzeka min li cem min, li gundê Şêranê ne. Qîzeka min jî li gundê Qiçikê yê Kobanê ye. Heta ji min tê serdana wan dikim, ew jî serdana min dikin. Kurê min Salih** li Beyrûdê ye, lê ew ji ber sedemên siyasî nikare serdana min bike. Ez 5-6 salan carekê têm kurê xwe dibînim. Va vê carê tu ji Stenbolê, ez ji Şêrana Kobanê hatim û me li mala kurê min hev dît…” 

Di dawiya sohbet û civata me de bala xwe didimê ku Dayîka Emîneyê, bi awayeke ku ji min vedize, hêsiran dibarîne, dixwazim sedema vê yekê bibêje. Pêşî kesereke kûr dikişîne, berê xwe dide kurê xwe yê penaberê Beyrûdê Salih û dibêje: “Ma çi bikim? Bi rojan li mala xwe ya li gund dipirsim: ‘Salih, ka bibêje kurê min, te ne qîz revand, te ne talanê xelkê bir, te ne mêr kuşt, çi bû sedem ku tu bûyî xerîbê Deşta Sirûc û Kobanê?..’”

Belê carinan hene ku gotin nema pere dikin…
Ev car jî ji wan deman bû, li Beyrûda Lûbnanê ya xweşika deryayan…

* Kurtebeşek ji vê nivîsarê, di rojnameya Rûdawê çapa Ewropayê de hatiye weşandin.
** Salih Demîcer, nivîskar û helbestvanekî kurd, bêhtirî 14 sal in ku jiyana xwe li Beyrûdê didomîne…

 

Salihê Kevirbirî / Beyrûd

 

EuroKurd News/Stockholm

Nerîna min :