Daxuyaniya piştî civîna birêz serokê herêma Kurdistanê digel serokayetiya parlamento, hikûmet, hêz û aliyên siyasî sebaret bi beyannameya dawiya Tevgera Goran.
Îro yekşemiyê 30.01.2011 bi serpereştiya birêz Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê û bi amadebûna serokê parlamentoya Kurdistanê, serokê hikûmeta herêma Kurdistanê û cîgirê wî, serok, sekreter û nûnerên hemû hêzên siyasiyên herêma Kurdistanê, sebaret bi beyannameya ku doh ji aliyê Tevgera Goran hatibû belav kirin civînek hate saz kirin. Di civînê de hemû alî li ser van xalên li jêrî rêkkeftin:
1. Em wekî hizb û aliyên siyasî dûbare dikîn ku her hewlek ji bo çaksazî û guhertinê be divê di çarçêweya prose û şer’iyeta siyasî û yasayî de bibe, û parêzgeriyê li wan dam û dezgehan jî bike ku di derencama hilbijartin û îradeya dengderên Kurdistanê ye. Bi hemû awayekî û ji her aliyek ve be ku bibe sedema têkdana rewşa asayîş, ewlehî û pêkvejiyana aştîxwazaneya di navbera hêz û aliyan û sercem pêkhatên gelê Kurdistanê de, em red dikîn.
2. Tekez li ser girîngiya neteweyî, siyasî, nîştimanî, kar û têkoşîna hevbeş ya ji bona parastina destkeftên netewî û meseleyên çarenûssazan û bi cîh anîna erk û armancê nîştimaniyan dikîn.
3. Tekez li ser girîngiya siyasî, neteweyî û hebûna rikeberiya yasayî, aştîxwaz, parlamenî dikîn û em wan weke yek ji ji diyardeyên erêniyên vê qonaxa herêma Kurdistanê hisab dikîn.
4. Hebûna kêmasî, pirsgirêk, gendelî û netemamiya rewşa kurdistanê rastiyeke û em dixwazin ku hikûmet, rikeber, civaka medenî û tevaya hêzan, her yek li gor pêgeha xwe beşdar bibe di berev pêşbirina rewşa çaksazî û kêmkirina kêmasî û baştirkirina asta jiyana hemlatiyên Herêm û pêşxistina bi ezmûna hikumranî û demokrasiyê dikîn.
Di dawiyê de daxwaz li sercem hemwelatiyan, hêz û aliyan û nîştîmanperwerên Herêma xwe dikîn parêzgeriyê li giyana birayetî û pêkvejiyana di navbera xwe de bikîn û bi hişyarî yasa û exlaqa xwe biparêzin her wiha hemwelatiyan û çavdêr û aliyê pêwendîdaran jî ji aramiya rewşa siyasî û asayîşa Herêmê dilniya dikîn.
Partiya Demokrata Kurdistanê
Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê
Yekgirtoya Îslamiya Kurdistanê
Komela Îslamiya Kurdistanê
Hizba Şu’îya (Komunist) Kurdistanê
Hizba Sosyalîsta Demokrata Kurdistanê
Tevgera Îslamiya Kurdistanê
Yekîtiya Neteweyî Demokrata Kurdistanê
Tevgera Demokrata Gelê Kurdistanê
Tevgera Demokrata Turkmenî
Partiya Karker û Rencderên Kurdistanê
Hizba Zehmetkêşên(Kedkarên) Kurdistanê
Tevgera Çaksaziya Turkmen
Lîsta Hewlêra Turkmenî
Encumena Netewiya Kildanî Suryanî Aşûrî
Partiya Beytulnehrênî Demokrat
Tevgera Demokrata Aşûrî
Partiya Demokrata Kildanî
Nûnerê ermenan li parlamentoya Kurdistan
Goran xwe guhartiye buye dijmine kurdan hun rurestiya xelke kurdane.\r\n” GELO FIKREK WE NU HEYE WERIN BEJIN \r\n”GELO KURDISTANE DIKTATORI HEYE WERIN BEJIN…?\r\nMixabin de werin van mikrobana mezekin derde me bes nine nikaji dijmintiye nava kurdan dixin.\r\n\r\nGelo goran deste ke dayo ALLAWI u IRAN u TIRKAN ki van sosreta finansiye dike…?\r\n\r\nGelo Kurdistan dewlete ke ku evan a banga hesudiye du ru tiye dikin…?\r\n\r\nMala we xirab be we çito gorbi gore bagdade zu bira kiriye hun gazi ke dikin..ev banga bo ji ji bo biraye we yen erebaye XALI SER E WEBE…?\r\n\r\nHun kurd ninin hun dijmine kurdane iro ji me ra yekbun lazime ev banga ji ta Ehmede Xaneda te ser zimen heta çiçax em e hisyarbin…..\r\n\r\nHun kurden be serefin KERKUK hela çareser nebiye Federaltiya Iraqe ji 100% hel nebuye TIRK- FERS- EREB bune yek bere e xwe dane kurdan hun çitemin o…van eceba dikin…be serefin.\r\n\r\nMixabin dilemin naxaze van gotina bine ser nivisan em hemu kurd cave me li KURDISTANE YE dile me Kurdistane ku sexwebi u azad dixwaze.\r\nBASURA SUDANE dibe xwedi dewlete GORAN ji kurda çi dixweze…?\r\n\r\nSilav u rez