Îroj

31'ê Rêbendan

31’ê Rêbendan

Di sala 1929’an û di rojekî wekî îroyê de siyasetmedar, fîlozof, şoreşger û yek ji pêşengên Şoreşa Bolşewîkan Leon Trotkî ji aliyê Yekîtiya Komarên Sosyalîstên Sovyetan ve hatiye sirgun kirin.

Leon Davîdovîç Trotskî

Leon (an jî Lev) Davîdovîç Trotskî (bi rûsî: Лев Давидович Троцкий, Lev Davidovich Trotsky) (* 7’ê sermawezêa 1879 li Yanowka, Ûkrayna; † 21’ê gelawêjê 1940 li Coyoacán, Meksîk) siyasetmedar, fîlozof, şoreşger û yek ji pêşengên Şoreşa Bolşewîkan e.

Bi navê Lev Davîdovîç Bronşteyn li Yanowka di malbateke bingeh-cihû de ji dayîk bûye. Trotskî kod navê wî ye. Avakerê Artêşa Sor a YKSS, teorîsyenekî Marksîst bû cihekî wî yê girîng hebû di destpêka şoreşa sosyalîst a li Rûsyayê. Piştî mirina Lenîn, nakokî di nava pêşengên şoreşê de derdikeve. Trotskî bi navê “şoreşa bêdawî” eniyeke avadike. Gorî wî divê mirov bi deskeftinên li Rûsyayê nesekine, şoreşê him li Rûsya, him jî li rûyê dinyayê nûvejîne. Xebat û nêrînên wî him li rûyê dinyayê gelek dostan, him jî dijminan dertîne holê.

Têkoşîna mezin di navbera Stalîn û Trotskî de pêk tê. Stalîn biserdikeve û Trotskî ji hemî peywirdariyên xwe tê destkişandin. Berê şoreşa Lenîn difikirî vediguhêze û dikeve bin bandora Stalîn. Stalîn hemî demokrasiya sosyalîzmê radike, bi sed hezaran mirovan zindanî dike. Sosyalîzma ku dê azadî bianiya, tirs, zilm û zordariyê tîne. Trotsky ji YKSS tê derkirin. Di navbera salên 1929 û 1933’an de li Stenbola Tirkiyê dijî. Di 20’ê reşemiya sala 1932 de ji hemwelatiya YKSS tê avêtin.

Stalîn ti rehetiyê nade wî. Lawê wî tê kuştin û keça Trotskî li Berlînê tê dînkirin. Trotskî ji Fransa, Norwêc û cihê ku diçe tê derkirin. Ajanên Stalîn nahêlin ew têkoşîna xwe bidomîne. Di 21’ê gelawêjê1940 de li Meksîkê ji aliyê sîxureke Stalîn tê kuştin.

Back to top button