Cîhan

Li Misrê xebatên El-Cezîre jî hate qedexe kirin

Hikumeta Misrê li welatê xwe hemî xebatên Televîzyona El Cezîreyî qedexe kir.

Di ajansa nûçeya fermî ya Misr Menayê de hate nivîsandin ku ‘’ Wezîrê Enfermasyona Misrê hemî xebatên Televîzyona El Cezîreyê da sekinandin û ji bo betalkirina lîsansên El Cezîreyî fermanekî derxist.

Di nûçeyê de hate diyar kirin ku ji bo stendina akredîtasyonên xebatkarên Televîzyona El Cezîre jî fermanek hatiye nivîsandin.

Di vê navberê de Artêşa Misrê parastina avahiya Wezareta Navxweyî ya Misrê jî girt ser xwe. Televîzyona El-Erebiye daxuyand ku duhenî xwepêşandêran êrîşek li ser avahiya Wezareta Navxweyî kirin û ji ber vî jî Artêşa Misrê erkên polêsan jî girtin ser xwe.

Avahiya Wezareta Navxweyî ya Misrê li hundirê Qahireye û li ba avahiyên xelkê ye.

Back to top button