Cîhan
Encama ewil ya referanduma Başûrê Sudanê hate diyar kirin
Li Başûrê Sudanê di derbarê veqetandina ji Bakurê Sûdanê de refarandumek hatîbû kirin û îro encama ewil ya refarundumê hate diyar kirin.
Daxuyaniya fermî ya ewil ji aliyê xelkê Başûrê Sûdanê ve bi awayekî kêyfxweş hate pêşwazî kirin.
Serokê Komîsyona referandumê Chan Reek daxuya kir ku li Başûrê Sûdanê di 9’ê Rêbendanê de refarandumek hatîbû kirin û hefteyek berdewam bû û bi encama refarandumê derket holê ku xelkê Başûrê Sûdanê ji sedî 99.57 dewletek serbixwe dixwazin.
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin rayên kesên ku ji derveyê Başûrê Sûdanê dijîn nehatiye hesibandin û ew jî li gorî tevahiya rayan qismekî biçûke.