Ji bo çareseriyê pêşniyara Zana: Tek Dewlet û du millet
Leyla Zana di Parlementoya Hollandayê de li ser mijarên dawî yên Tirkiye axifî û ji bo çareserkirina pirsgirêkên Tirkiyeyê pêşniyarek balkêş kir û got : Erdogan li Tirkmenistanê dibêje em du dewlet û yek milletin. Ez jî dibêjim ku em yek dewlet û du milletin Tek Dewlet û du millet kir.
Meclîsa Aştî ya Ewropa bi piştgiriya Partiya Sosyalîst a Hollandayê li Parlementoya Hollandayê panelekî lidarxist. Di panela de antropolog û pispora Rojhilata Navîn Robert Soetrik moderatorî kir.
Di panelê de Parlementera DEP’ê ya berê Leyla Zana, Parlementerê Partiya Sosyalîst a Hollandayê Krîsta Van Velzen, Parlementerê berê yê Parlementoya Ewropa û raportora Tirkiye Ariae Oostlander û ji Meclîsa Aştiya Ewropayê Gunay Aslan û Mehmet Şahîn wek axaftcan beşdar bûn.
Leyla Zana ji ber pirsgirêka mîcrofonê axaftina xwe bi peya û bi dengekî bilind kir. Zana di axaftina xwe de balkişand li ser pirsgirêkên Tirkiye wiha got: Bi sedan sala ku em bûn qurbana dewletan nek qurbanê xelkan û dijminatiya me bi ti xelkekî ve nîne. Gelê Kurd ti car li ser cîranên xwe êrîş nekir û daxwazên dagirkerî û kuştinê nekir lê gelê Kurd her tim bi êrîşên dewletan rû bi rû mane.
Zana wiha berdewam kir: Di sedsala 21.’ê de tenê gelê Kurd azad nebûne. Niha dora gelê Kurde û Kurd dixwazin azad bijîn. Lê dewletên wekê Tirkiye, Surî, Îran û Iraq bi awayekî psîkolojîk ne amadene ku aştiyekî pêk bînin.
Zana balkişand li ser axaftinê Serok Wezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û got: Erdogan li Tirkmenîstanê dibêje em du dewlet û yek milletin. Ez jî dibêjim ku em yek dewlet û du milletin.