Serok Wezîrê Îsraelê Benyamîn Netanyahu da zanîn ku ‘’Armanca me berdewambûna aştiye’’
Netanyahu di daxuyaniya civîna hefteyî ya awarte de diyar kir ku Îsrael bûyerên Misrê ji nêz ve dişopîne û li ser vê mijarê jî digel Serok Dewletê Emerîkayê Barack Obama û Wezîra Karên Derveyî Hillary Clîntonê re jî danûstendinek fikrî hate kirin.
Li gor nûçeya radyoya Îsraelê Netanhyahu digel Wezîrê Parastinê Îsrael Ehud Barak û Wezîrê Karên Derveyî Avîgdor Lîebermanê jî nirxandinek hate kirin.
Netanyahu diyar kir ku li ser aştiya di navbera Misr û Îsraelê de bi hêvîne û daxwaza aramiyên derûdora Îsraelêne.
Netanyahu ji destpêka protestoyên Misrê heta niha daxuyaniyek nedabû û hate dîtin ku li ser naveroka bûyerên jî neaxifiye.
Li Rojhilata Navînê tenê 2 welat digel Îsraelê peymana aştiyê îmzakirin. Yek ji wan Misr yê dî jî Urdûn e.