Polîtîk

Hikûmetê jî bersiva Goranê da

Beyanameya hikûmeta herêma Kurdistanê li ser helwesata Tevgera Goranê:

Di helwestekî neçaverêkirî û nehezkirî de, Tevgera Goranê, bi rêya kanalê telefizyona KNN li dor wan xwenîşandanên cemawerîyên derbirîna nerazîbûnê li Misir û Tunisê û bi hiêceta nebûna hindek pêdawîstiyên xizmetgozarî li Kurdistanê, daxaza hilweşandina parlamento û hikûmeta herêma Kurdistanê kirye. Ne bi tenê ji aliyê me ve, lê em piştrast in ku ji aliyê piraniya xelkê Kurdistanê ve, ev daxaza Goranê daxazeke na realîst û neadil e û nayê qebûl kirin. Têkelkirina nerazîbûna cemawerî li hindek welatên herêmî û miqayîsekirina wan bi pirosesas siyasiya herêma Kurdistanê û hawkêşeyên siyasiyên wê, şiroveyeke nerealîste û ji hest û wîjdana xelkê Kurdistanê dûr e, di demekê de ku tecrûbeya hukimdariyê li herêma Kurdistanê û saziyên hikûmetê bi hilbijartinên demokratîk deselat bidest xistiye. Welatê me pêşketinên ber bi çav, di warê siyasî, geşepêdana demokarasî û binyatdanan infrastruktura Kurdistanê ku, li ser destê rijêma Bassê piraniya xelk û xaka Kurdistanê wêran kir bû, çêbûyne.

Em wê rastiyê dibînin ku tecrûbeya hukimdariya kurdî bê kêmasî nîne, di birêvebirina karûbarên rojane yên hevwelatiyan de pirsgirêk û astengî hene û gelek pêdawîstiyên din yên jiyanê hene ku pêwîste bên berdest kirin û me li ser wan rastiya çavên xwe negirtine. Ji ber hindê dema me dest bi kar kirî, me dest bi komeke reforman kir û heta nuha me hijmareke biryarên girin û pêmgavên baş di warê çaksaziyê de avêtine û ji bona hukimdariyeke baştir dê li ser pirojeyê xwe berdewam bîn. Me ev yek ne li ser daxaz Goranê û ne jî li jêr zixta wê kiriye, lê ew, di hilbijartinên Kurdistanê de, bernameyê Lîsteya Kurdistanê bûye û xelkê Kurdistanê bawerî pê daye. Me jî ew bername cîbicî kiriye ku, xelkê bi wîjdan jî wê şahidiyê didin ku, em, ji bona çespandina teoriya hevwelatîbûnê di hukimdariya kurdî de destpêxerî bûyn.

Tu kesî ew maf nîne mizayîdeya siyasî li ser me bike, me bi xwe di bernameya Lîsteya Kurdistanî de tekîd li ser rûbirûbûna gendeliyê, binbirkirina mehsubîyet û mensubiyetê kiriye, di van waran de me pêngavên baş avêtine û xelkê bi wîjdanê Kurdistanê wê şahidiyê didin ku em di rûbirûbûna naqanuniyê di karûbarên hikûmetê de destpêşxwer bûyn. Me, di warê pêkanîna aqrekî xweş ji bona (pereyê xelkê ji bo xelkê be) qonaxeke giring birîye. Di paşerojê jî de, bi piştevaniya xelkê dilsoz û xemxorê tecrûbeya herêma Kurdistanê, dê li ser karên xwe ji bona reforên hikumî û pêkanîna teoriya hevwelatîbûnê di hikûmetê de li ser esasê yeksanî û wekheviyî li nav herêma Kurdistanê, berdewam bîn.

Divya bû Tevera Goran ew rastiye li ber çavan bigitaye ku herêma Kurdistanê, hikûmet û saziyên din yên hukimdariya kurdî berhemê renc, xebat, qurbanî û tekoşîna miletê meye. Berhemê xwîna şehîd û qurbaniyên çekê kîmiyayî û enfalkiriyên Kurdistanê ye. Berhemê fedekarîya cemawerê gelê Kurdistanê ye ku bi dehan salan xwîn û jîyê xwe di wê rê de bexşiye. Ji ber hindê eger saziyek bi wê hemû xwînê, qurbanîdan û fedekariyê ava bibe û bi piroseya demokararîk û bi dengê piraniya xelkê Kurdistanê deselat bidest xistibe, bi daxazeke neadil ji aliyê xelkekê dabirî ji waq`iê Kurdistanê, hilnaweşe.

Herwek di daxuyaniya serokatiya herêma Kurdistanê de îşaret pê hatiye dayîn; ev desalet û saziyên hikûmetê bi rêya sindoqên dengdana cemawerî avabûne û her bi wê rêyê dê bên guhertin, ne bi rêya dirustkirina kaos û têkdanê. Rewşa herêma Kurdistanê û tebîetê xelkê wê yê şoreşgêr qebûl nake ku tu girup û taqimên ji paşerojê bê hêvî, jiyan û paşeroja wan têk bide. Herwesa em wî mafê nadin xwe ku, germî û dilsoziya xelkê Kurdistanê bo tecrûbe, hikûmet û parlamentoyê bikin hêceta destberdanê ji reforman.

Ew vebûna çavkaniya wê ji bernameyê Lîsteya Kurdistanî dest pê kiriye û heta nuha beşeke ber bi çav jê hatiye cîbicîkirin û me pilan û bername hene ku her ji nuha û di qonaxên pêşiya me de ew sozên me ji xelk re dane cîbicî bikin. Em piştrast in ku ew bernameye dê bi qanzanca bihêzkirina tecrûbeya hukimdariya kurdî, geşepêdana demokarsiyê, azadiya siyasî û zêdetir avadankirina welatê me be. Ji ber hindê em dilrehet in ku xelkê Kurdistanê û xelkê dilsozê nav hêzên din yên oposizyon wan destkeftiyan bilind binirxînin û rê nadin jinav biçin.

Em xelkê Kurdistanê dilrehet dikin ku saziyên emnî yên herêma Kurdistanê selametî, emniyet û jiyana hevwelatiyan biparêz in û rê nadin tu girup û taqim kaosê dirust bikin û saziyên navxwe dê rê li pêşiya her kesî bigirin ku qanûnê bin pê bike.

(krg.org)

Back to top button