Pişko û pûka pîrê

Pişko (koz. cemre) li welatê me, di nav gel de çîrokeke devkî heye, ev çîroka mîna raporek hêwa ye, pişko (cemre) ku bi zanîstî  jî nebe, lê çîrokeke ya ceribandî heye, bi vê çîrokê pê bihar tê zanîn. Dema pişko xelasiya zivistanê û pêk hatina biharê ye.

Meriv û gelên berê pir feqîr bûn, Jiyan bi xêzanî derbas dibû. Wexta ku zivistan dihat berf diket erdê û her der sarma dibû. Ji ber zivistanê perîşantiya wan hê jî zêde dibû, merivê ku xwarin, mal û arduyê wan hebûna pir dewlemend dihatin hesibandin. Ku zivistanê de cihê kê germ bû, zivistan jê re zû derbas dibû, rewşa feqîran jî hûn hesap bikin.

Di zivistanê de meriv bi feqîrtî û li rewşa zivistanê pir dikişandin, ji dijwartiyê zivistanê meriv dinaliyan, li hêlekê bê xwarin, li hêlekê serma, li hêlekê jî ji berfê navîna gundan dihat birin, bi rojan, bi mehan, berf li erdê dima. Carna merivên maldar jî bê xwarin diman, zivistan ewqas zor bû ku rojê zivistanê dihat hijmartin, digotin ji zivistanê rojek çû, du roj..çûn-çûne û çûyînin.

Wexta ku dema pişko tê yan jî ku pê dihesin meriv pir bi kêfxweş dibûn, feqîr û maldar ferq nake, tev pê şa dibûn. Çimkî pişko ku were zivistan li ber qedandinê ye û mizgîniya biharê ye, ji zor û zehmetiyan xelas bûne.

Wateya pişko di sermayê de destpêka germahî ye, dema pişko di meha zivistana dawî de du hefte nin, di meha Adarê jî hefteyek e,  pişko bi hefte hefte dewam dike di sê heftada diqede, Pişkoya ewil koz dikeve hêwayê yanê germahî dikeve hêwayê, serma dişkê, sirra sermaye wenda dibe, ê duduyan koz dikeve avê êdî av na cemide, ê sisêyan koz dikeve erdê, binê erdê germ dibe û hêdî hêdî rih dikeve erdê, giha û çêre ber ve bi şênahiyî diçe.

Hefta koz ketina erdê ji wî heftê re dibêjin “Pûka Pîrê” di Pûka Pîrê de zivistan bi şillî here nere jî, şillî hewla xwe dide vî heftê, hindik kes dibêjin pîrê heyfa xwe hiltîne; di nav gelê me de di derheqê vî çîrokek de wiha tên gotin;

“ Rojek Pîrê dibêje ez ê herim cihê çekşo yê ku çekê xwe bişom. Dema ku Pîrê dere cihê çekşo yê du heb gîskê xwe jî bixwe re dibe ku li wir  biçêrîne û biqûsîne, Pîrê çek mekê xwe dişo, serşo yê xwe dike, çekê xwe radixe ku ziwa bibe. Gavek dere mêze dike ku ji dûr de şillî tê, zû û bi lez çekê xwe berhev dike û dike nav buxçê û dide hev, buxçê li pişta xwe dike, beroşê jî bi piyê xwe re dike û gîskê xwe dide pêş xwe û dikeve rêya mala xwe.

Di wî demê de şiliyek wer tê kû şilliyek bi tav, dibe hur hura ewra, ewrê reş, birusk di şerqînin, baran destpê dike, baranê bi berf, baran û berf tevlihev dibe erd dibe şilope, bager ra dibe, gavek din car jî baran destpê dike, dilopê hişk û mezin, baran dibare  dibare ewqas baran dibare ku lehî ra dibe, gîskê wî yê yek bi avê ra dere û dimre, gîskê din jî dike bin beroşa xwe, beroşê ser de diqelîwîne, bi xwe û gîskê wî difilête tên mal. Di van rojanan de pir şilî dibe carna jî hindik dibare, wexta baranê û berfê ne eşkereye.

Ku hefteyek Pûka Pîrê temem dibe, Pîrê diçe ser Zinarê Kelê, wexta çûyîna pîrê, şilî destpê dike, baran dibare dibare, ewqas ku baran dibare, dibe afat, lehiyek pir mezin ku bi ser kîjan malê de here wê malê tev  bi xwe re dibe. Bager jî radibe li ser zinarê heşê Pîrê dere û Pîrê dikeve xwarê, afat jî tê li pîrê diqeliwe, afat pîrê bi xwe re dibe û Pîrê dimre. Gîskê pîrê tenê xelas dibe û sax dimîne, Gîskê pîrê jî dimîne salek din.

Bi mirina Pîrê re Pûka Pîrê jî diqede. Ji wî şunda hêdî hêdî dinya xweş dibe, serma diqede û dibe bihar, êdî bihara rengîn destpê dike.”

Paşa Amedî

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: