Civak

Bêyî jinê Kurdistan azad nabe

Li vê cîhana ku hinek welat bi 100 hezar nifûsa xwe bûne dewlet, milletê Kurd li Bakurê Kurdistanê û li Tirkiyê, hê bi 25 milyon nifûsa xwe ji mafê perwerdeya zimanê zikmakî bêpar e. Em jinên Kurd, ku ji wan 25 milyonan nêvî jê em in, carek din 8 ê Adarê pîroz dikin.
Em jinên Kurd, bi ser ku hem di ware cinsî de, hem jî  wek parçeyek ji civaka Kurd û Kurdistanê raserî her cûre şiddet, wêranî, neheqî û zilm û zorê tên, îro bi  şeref û xîreta xwe, em ji bo wekhevî û dadmendîyê diqîrin.

Kurd û Kurdistan a ku di encama neheqîyek navnetewî de bûye çar parçe û di vê parçebûn û neheqîya navnetewî de mexdûr û barkêşên herî giran jin in, di her ware jiyanê de, di  her mecal û derfetan de li ber xwe dane û em bi vê payebilindîyê dengê xwe bilind dikin..
Ji bo rêzgirtina tekoşîna xîretane ya ew kesayetiyên dîrokî yên wek Hafsa, Besê û Gulnaz xanimê, ya Rewşen Bedirxan, Leyla Qasim, Zekîye Alkan û hemû şehîdên azadiya Kurdistanê em têkoşîna xwe bi serbilindî didomînin.

Jin parçeyek ji civakê ye, lê ev parçe ji wekhevîyê mahrûm e. Bi vê zanyarîyê, ji bo pêkanîn û hûnandina tekoşîna rêxistinî, dive em li dijî her cûreyên dubendîya cinsî û li dijî neheqîyê dengê xwe bilind bikin .

Azadîya jinê, di gelemperîya dîroka mirovatîyê de, ji bo vekirina rêya azadîyên giştî mifteyek e. Ji bo em vê zanyarîyê bi temamê jinan û bi civakê re parvebikin û bibin parçeyek ji wê tekoşînê, 8 adarê jî wesîleyeke.
Ji bo Kurd karibin dewleta xwe li ser xaka xwe damezrînin, ji bo paraztina mafê çarenûsî, dive em hemû jinên Kurd û Kurdistanê dengê xwe bilind bikin.

Axavtina bi zimanê zikmakî, xwendin û nivîsandina bi zimanê zikmakî stûna tekoşîna mafê perwerdê ye.  Ji bo em bidin zanîn ku di xwenaskirin û hûnandina civakê de ked û sebra herî mezin a jinê ye, dive em di qada herî pêş de cîhe xwe bigirin.
Ji bo em jin nirxên netewî, adet, kevnetorî û çanda milletê Kurd bi nirxên cîhana nû re bikin yek, dive em xwe bi her awayî ve pêşve bivin.

Jin parçeyek ji tekoşîna azadîya civakê ye. Ji bo azadîya xwe, herweha ji bo azadîya her ferdên civakê (bêyî ku em ferqê têxin navbera ol, mezheb, cins, nîjad û rewşa wî/wê ya sosyal), dive em cihê xwe de têkoşîna neteweyî de bigirin.
Jina bi rêxistin, temînat û tapoya civaka azad û wekhev e. Ji bo temînata milletekî  bi rêxistin û bi wê zanebûnê,  jin dive xwe birêxistin bike.

Heta wekhevîya jin û mêr pêk neyê, civak azad nabe. Ji bo carek din em vê rastîyê raxin ber çavan, dive em wek jin di nava civata xwe de dengê xwe bilind bikin.
Bijî tekoşîna jinan a hevpar ya ku li gel hemû rengên civata Kurd û Kurdistanê re ji bo wekhevî, azadî, dadmendî û demokrasîyê tê meşandin. 


Grûba  Jinan a Hewldana Partîyeke  Kurdistanî

Back to top button