Nivîsar

Pirtûkeke nû

 PIRTÛKEK NÛQELEM EY!Bi rastî her rojeke ku dibihure, berhemeke kurdî yan çend berhem dema derdikevin jiyana rewşenwariyê û pêşkêşê xwendevanên kurdiyê dibin, herwekî Xwedayê dilovan du perên balindeyan daye min û pê dedikevin geşt û seyrana Çand û Zimanê Kurdî. Roja 27/4-15 dema ez ji bo konferansekê mêvanê Zanîngeha Çewlikê bûm, mamosteyê Beşa Kurdî û cîgirê midûrê Beşê rêzdar Zahir Ertekîn pirtûkeka xwe wek diyarî da min. Min jî ew xist çeltikê xwe û roja 29ê saet 11.00 ji Mûşê hetanî saet 24.00ê Swêdê min ew di balafiran de xwend. Pirtûka EY QELEMê kêfa min pir bi xwe hanî. Ji ber ku banga piraniya helbestvan û nivîskarên Kurd ên klasîk her bi navhildana ”Qelem”ê dest pê bûye û domandiye. Nivîskarê pirtûkê Zahirê mamosteyê kurdî, navê pirtûka xwe ji malikeke dîwana bapîrê xwe çendî ku wergirtiye jî, lê belê bi sedeha car peyvika ”qelem”ê di berhemên klasîkên kurdî yên dî de jî têne dîtin.Nivîskar çendî ku peyrewê Medreseya Kurdî ye jî, lê belê xizmeta wî ji bo nivîsandina bi Zimanê Kurdî ji zû ve û gelek çêbûye. Di pirtûka xwe de cih daye gelek tiştên balkêş û rêvekeriyeke rind jî kiriye, weke rexne, fikr û ramanê, rêzgirtina ji bo Zimanê Kurdî, ravekirina nivîsan, peyv û hevokên kurdî, hostetiya nivîsandinê û gwd… Gotina nivîskarî ya balkêş û dilsoj ev e ku gotiye: ”Kurd ev çendsed sal in li nasnameya xwe û dostên xwe digerin. Jiyana Kurdan ya ku bi êş û jan, bi şer û pevçûn ku bihuriye hêjî li şahidan digere ku neheqiyên li wan hatine kirin bêtin pejirandin.” û vê malika ku ji nemir Ehmedê Xanî ku wergiritiye jî: ”Şerha xemê dil bikim fesane/ Zînê û Memê bikim behane” hêj zêdetir dilê meriv disoje.Di vê pirtûka hêja de tevî pêşgotinê 31 babetên cuda hene ku yek ji ya dî xweşiktir û şêrîntir e. Di binê her sernavekî de jî malikek ji klasîkên kurdî bi cih kiriye.Jimara rûpelan 160 e û bi çapeke spehî û bi rengekî xweşik hatiye çapkirin. Çapa wê 14.5 x 21.3 cm ye. Bergê wê 300/g. ji kaxezê nermik, kaxezê navê 70/g. û zerik e. Pirtûk ji aliyê Weşanxaneya LORYAyê ve li Wanê hatiye weşandin. Telefon: 0090 432 2158060. E-mail: [email protected]Bi hêviya weşandina gelek pirtûkên kurdî, xasma jî xwendina wan ji aliyê ciwanên nûjen ve, her şad û bextewer bin… Stockholm 07/ 05/ 2015 Zeynelabidin Zinar

Back to top button