Polîtîk

Li Mehabadê xwepêşandan

Li bajarê Mihabadê, li rojhilatê Kurdistanê, di navbera xwpêşanderên kurd û polîsê Îranê de pevçûn çê bû û di encma wan pevçûnan de nêzîkî 20 kesan birîndar bû ku, hindek ji birîndaran polîs in. Weke hatiye zanîn xelkê bajêr êrîşî ser avahiya emniyeta bajêr kiriye.

Li gor zaniyariyan, berî çend rojekan keçeke kurd ku, li hotêl Tara kar dikir ji tirsa wê yekê ku berpirdekî Asayîşa Mihabadê destdirêjiya seksê bike ser, xwe ji qata çiwarê avêt xwarê û jiyana xwe ji dest da û weke nîşandana nerazîbûnê û pirotestokirian wê bûyerê, xelkê bajarê Mihabadê û derdûran  xwepêşandan kir û ew hotêl şewitand.

Roja sêşemiya çûyî keşeke xelkê Mihabadê (26sal) bi navê Ferînaz Xwerewanî kul i hotêla kar dikir, berpirsekî bajêr hewilda destdirêjiya seksî bike ser wê, wê jî ji bo aprastina xwe xwe ji qata çiwarî avêt xwarê û jiyana xwe ji dest da. Li gor hin çavkaniyan ev xwepêşandan berdewam in û dibe ku li bajarên din jî yên rojhilata Kurdistanê xwepêşandan dest pê bikin.

Back to top button