Pirtûka Zeynel Abidîn ya bi navê "Felsefe û Rûmeta Xwezayê" derket
Ji Weşanên Han Pirtûka Felsefe û Rûmeta Xwezayê…
“Belê me di van sînaryoyên efsûnî de rolên xem û birîndariyê lêyîst. Piştî silavên me yên ewil, maskeyên me yên reş ketin ber me. Em tazî man… Di nav şahiyên raperînê de ew tiştê ku me ew pêgirtibû, lingê dûpişkê bû, yan jî hêrsa şahmaran…”
Wisa dibêje Zeynel Abidîn di pirtûka xwe ya dawî de û hewil dide ku bi rêwîtiyeke berev gengeshiyên felsefî, psîkolojîk û wêjeyî xwendevanên Kurd pêshwazî bike. Têgehên wek mirov, xweza, evîn, azadî, ziman û zanîn, tenayetî û civakbûn, etîk, edalet û hizr û ramana dewletbûnê mijarên bingehîn ya vê berhemê dadigirin.
Pirtûka Zeynel Abidîn ya bi navê Felsefe û Rûmeta Xwezayê ji nav weşanên Hanê derket. Pirtûka nivîsên felsefî û hilbijarde yên bi mijarên cûr be cûr naveroka vê pirtûkê dagir dikin. Zeynel Abidîn di vê xebata xwe de ceribandinên felsefî, wêjeyî û psikolojîk daye ber xwe û mijarên wek mirov, xweza, evîn, azadî, xwenasî û pêzaniya netewî, edalet, hizr û ramana dewletbûnê gengeşî kiriye.
Pirtûka Felsefe û Rûmeta Xwezayê ji aliyekî ve jî ûslûbeke hesabdan û standina mirov ya bi dîroka xwe ve jî dikare bihête nirxandin. Jiber ku nivîskar di xebata xwe de carina jî hewil dide ku di navbeyna raman û bîrdoziyên dîrokî û vê rojê de berhevdan û nakokiyan binirxîne û ji wan li gor xwe hin encamên psîkolojîk derxîne.
Rêwîtiyeke felsefî, wêjeyî û psîkolojîk bi ziman û naverokeke şirîn û nerm pêşwaziya xwendevanên Kurd dike.
Nasnameya Pirtûkê:
Felsefe û Rûmeta Xwezayê
Zeynel Abidîn Han
© Han-Grafik
Çapa 1.
Berlîn/Tebax – 2010
Weşanên Han – 34
Felsefe- 2
Edîtor: Zeynel Abidîn Han
Berg Design: Gazîn Onur Han
Navnîşana daxwezkirina pirtûkê:
HAN-GRAFIK Verlag & Werbeagentur
Cranaçstr. 62 12157 Berlîn
Tel.: 00 49 (0) 30 47 98 70 52-53
Fax: 00 49 (0) 30 47 98 70 54
[email protected]
www.evra.kitap.com
ISBN: 978-94040997-19-7
Kerem bikin besheke ji pirtûkê…
KNN/Nahê Xan
Mirov ji bo ku ji tirsên xwe rizgar bibe hatiye afirandin… Bi barkirina dilekî belqîtî, em bûne lehengên bêdeng yên çîrokeke bêevîniyê û esil ew hostayên Agirî yên di çemên xwe de dişewitin jî, em in.
Jiber vê hindê ez miriyek rastî me û ew tiştê ku ez ji te vedişêrim, ev rastiya me ya nahête jiyandin e. Me li ber her koşeyekê ji şewatên laşên xwe hêvî avakirin û bi wan me bermayînên miriyên xwe rizgar kirin. Paşê em bûn tirsonek, û bêyî ku em li paşerojên xwe binihêrin, me dest bi berkaşbûnê kir, û bi dilekî sax, em her yek bûn barbarên evînê yên li ser laşên xwe, heta ez dikarim bêjim em bi şêweyekî quretî ketin nav vê xiyanetiyê. Jiber ku me rolên wisa dilêyistin ku, di jiyana rastiyê de me ti caran xwe nêzîkî wan rastiyan nedikir.
Belê me di van sînaryoyên efsûnî de rolên xem û birîndariyê lêyîst. Piştî silavên me yên ewil, maskeyên me yên reş ketin ber me.
Em tazî man…
Di nav şahiyên raperînê de ew tiştê ku me ew pêgirtibû, lingê dûpişkê bû, yan jî hêrsa şahmaran…
Ev car em bi hêrs ketin, em bûn hêrişkar, ajalên herî wehşî jî, di paş deriyên hesin yên ezeziya me de mirov man. Dijmintiya me ya li hember xwe mîna axeke mirî diderizî. A niha em bi qedexeyiyên xwe ve şer dikin û di vî şerî de me herî pir dostên xwe yên dilsoz xendiqandin; wisa di pêşbirkeke jiyana bê evîniyê de me herdu, belê me pêkve jibo korbûnê tekoşîneke mezin da…
Evîn deryayeke ji avên şêlûkirî, guneheke ji reşbûna keskê, dîwarên neînsanetiyê ku bi sûcên li gel xwe hatiye bilindkirin û taritiya bê binî ya ronahiyên çavên me ye… Belê evîna me ev e. Evîn, yanê ew sedema evrayî, ya ku ez li hember wê serê xwe ditewînim û jibo ku li ber te nekevim çokan, dibim dijminê çarenûsa xwe…
Evîn, tek nirxa ku bitenêbûna min dipejîrîne…
Evîn girtîgehekê ye, ku min ew bi êşên te ve di dilê xwe de avakir û tê de ew rûyê ku bo min digiriya, min ew mehkûmê cezayekî mûebetê kir, evîn giraveke binavkirî û xweliyên miriyên şewitandî ye… Evîn ji xweliya agirî çêbûye, ew dîsa jî vedigere bo agirî…
Ev rastiya bi kozîn ji nav lêvên me yên tî û teşnebûyî dirije û em dimeşin, lingê me pêxas, destên me vala, ji bilî rastiya ser dilê me çi hevalek me jî nine vê gave… Jiberku em di vê meşa pîroz de dilşad bibin jî egoîzma xwe ji bîr nakin, jiber vê, tenê ne em û destên me qasî ku ji stêrên şeva reş û tarî dûr e ji yên dinan… Lê esil bi nêzîkbûna me û yên dinan me dikarîbû ku em nêzîkî xwe bin, jiyan bi parvekirina wan yên din ve dihate jiyandin. Qe nebe, berî ku em “însanbin” ev rastî wisa bû, jiber vê, di xwezayê de çi jiyandeyek qasî me nebû “insan” û jiber vê jî, di xwezayê de çi jiyandeyek dê qasî me bi tenê nemîne…
Em mehkûmên tenêbûnekê ne ku me ew bi destên xwe yên bixwîn avakir…
Helbet evîn demsaleke ter û bi adan bû, ku di çolistaneke bê dawî de kulmeke av, bîhneke nefes têrê her tiştî dikir… Me evîna xwe di wê çolistanê de jibîrkir dildara min… Esil jiyan ew bû û hîna bi hezaran sal wê hatiba jiyandin jî. Eger em bi qedexeyên bi destê xwe stûyên xwe nexistibana bin nîrên egoîzmê û nebûna celadên hêviyên hevûdu…
Û eger îro ez nikaribim ku bêjim „ez ji te hez dikim” ev yek bes ji barbariya me pêk ve ye. Divê em zarokan çêbikin, de were em bibin insan û zarokan çêbikin, bi qetilkirina zarokatiyên xwe yên ku destên wan wek du şitlên kesk li me dinihêrin…
Were em bibin kûjyer…
Ew kûjyer ku bi guleya xwe ya yekemîn kûjyerê hundirê xwe dikûje.
Egoîzmê dikûje û dibe rûmeta birçî ya xwezayê û xweza têra her birçitiyê dike…
Felsefe û Evîn-1
Demokrîtos bavê materyalîzmê dihête qebûlkirin. Bandura yekemîn ji Zerdeştê zana û feylesofê yekemîn û her wiha afirenerê Mazdaîzma bîr û baweriya me Kurdan wergirt. Bandura dûyemîn ji Heracleîtosî yê yek ji heft feylesofên şirûştî yên Yewnana Kevnariyê wergirt. Demokrîtos digot jiyan ji du atoman avadibe. Atomên madî û atomên manewî. Ev her du atom bi mîlyonan in û her dem tevdigerin.
Atomên madî laşê, atomên manewî jî giyanê dihafirînin. Di çav, dil û mejiyên mirovan de atomên manewî pir in û evna ji agir pêk dihên. Evîn, hesta azadiyê û hêza şerî ya ji bo evîn û azadiyê cewherên van atoman in. Atomên madî jî, xwerin, vexwerin, laş, zêdebûn û her wiha hebûn û bizavên wisa tevdigerînin.
Evîn, şer û hesta azadiyê berhemên atomên giyanî ne, ku ew jî ji agir pêk dihên.
Kesên ku xwedî hesta evînê nîn in, nikarin şer bikin, nikarin azad bin.
Nivîs û axiftinên Demokrîtos mîna lehî li ser arîstokrasiya Yewnanî diherikî. Gava feylesofiya Platonî li ser seranser welatê Heleniyan desthilatdar bû, ji bo ku bandura Demokrîtos dabikeve, bi pêşniyaza Platonê xizmetkarê arîstokrasiyê, hemî berhemên Demokrîtos hatin şewitandin, hatin tune kirin. Îro di derbarê nivîsên Demokrîtosê de rûpelek jî belge di destê me de tunin. Lê Demokrîtos xwe kişand giraveke ji Egeyê û ji nû ve lêkolînên xwe kirin. Êdî pîr bû, jiyan dijmintayiyeke mezin lê dikir, bi teniya bû.
Tiştekî ecêb kir: Ji bo ku bikaribe dilê rastiyê keşif bike, çavên xwe kor kirin. Çavên min li ber lêkolînên min astengî bi min derdixînin, got. Çavên dilê min bi min divên. Kedeke dûr û dirêj meşand û îro eger Marks û materyalîzma dîrokî hebe û dûnya di sedsalên dawî de ew qas bi hêzeke mezin hatibe guhertin, di vê yekê de xatirayeke mezin ya Demokrîtosê kor û evîndarê rastiyê û jiyanê pir bi bandur e.
Yek jî şervanekî ji Angolayê…
Qirna dagirkeriyên Portekiziyan e. Angola li ber birçîbûn û komkûjiyên Portekîzê dinale, bê çare û bê kes e. Welatê laşên reş di bin barbariyeke sipî yên Portekîziyan de xwîn digrî. Xortekî radibe, xortekî delal, yê berê zewacê, hîna milên wî bi têra evîna dilê xwe bi evîndara keça delal ya xwe nepêçane, kerb û agirê dilê xortî hîna nebûye jiyaneke yekbûna bedenên keç û xortên evîndariyê. Biryara şerî digre li dij dagirkeriyê sere xwe radike. Bi hezaran leşkerên Portekîzî ew li ser cîhekî bêkês diqefilînin. Lê ew dibêje, ez radest nabim, bi tevî çend hevalên xwe bi leşkeran ve dikeve nav şerekî bê eman. Hemi hevalên wî dihên kuştin. Ew tenê dimîne, lê radest nabe. Ji dûr ve şarempeleke topê dihê mile xortî ji tevayî diqetîne û davêje. Tifinga xortî jî bi aliyekî ve diçe. Xort di navbera mil û tifinga xwe de can dikişîne. Gava leşker dihên ber sere wî, bi hewareke jîndar û helwesteke şoreşgerê evîndariyê li dijminên xwe dinihêre û wisa dibêje:
Milê min li kû ye, ka tifinga min bidine min…
Her kes dikare vê bûyerê li gor xwe binirxîne, normal e jî. Lê rastiyekê heye û dîsa her kesek evînnas vê rastiyê dibînin. Bê evîneke jidil û heta dawî jiyandar, felsefe jî nabe, şer jî nabe, jiyan jî nabe.
Na na dibe, lê jiyaneke bê giyan, kole û xwekuştî, jiyaneke mişk û maran, xweberjêrkirî û xizmeta dijminê xwe de dilşadbûyî. Jiyaneke ku bes bi neyartiya xwe, bi neyartiya evînê, rastiyê û bi neyartiya qewmê xwe dikare xwe bide berdewam kirin. Û ser de jî ev kesê bê giyan rabe û bêje, „yê ku av, ax û darên kesk afirandî, yê ku qewmê xwe afirandî ez im.”
Dixwezim, bêjim ku bila Xwedê me Kurdan ji vê Ahrîmaniya reştirînê derewan biparêze, lê nabe û wê nebe jî. Ji ber ku Xweda herdu rastiyên xwe Ahura Mazda (agirê evînê û jiyanê) û Ahrîman (tariya hestên xirav û mirinê) daniye nav jiyanê û em di hilbijardina rastiyan de serbest hîştîne.
Niha dijminên me hem milê me ji me qetandine û hem jî tifinga me ji destê me distînin û Ahrîmanê berdestê neyarê me jî ji bo jiyana rojeke din bi keniyeke reş karesate me ava dike. Em dê bidin dû agirê evînê û jiyanê, yan tariya hestên xirav û mirinê?
Nizanim, lê ez heta ev can bi min re be, ji bo agirê evînê û jiyanê bijîm û ji bo Kurdistana Serbixwe û Yekbûyî bitekoşim.
Ji bilî dilê min çi hêz û qudreteke min nîn e, lê ez dizanim ji vê mêzintir jî ti hêz û qudret nîne. Ji ber vê yekê eslen her Kurdek dilsoz îro hêzeke ew qas mezin e ku… Eger em bikaribin vê gotinê dûbare bikin û xwe bi vî aweyî ji tunekirina Ahrîmanî rizgar bikin:
Dilê min li kû ye, evîna min bidine min…
Felsefe û Evîn-2
Gava di hevokekê de têgehên felsefe û evîn li gel hev bihête bikaranîn, yekcar hizreke wisa dihê mirov ku evîn bizaveke hilbijardeyî ye: Em dikarin jibo vê hizra pêşîn hem bêjin, „Belê evîn bizaveke wisa ye ku bes mirovên ji her aliyê ve hilbijarde dikarin di vê de bibin lehengek dirûst.” Lê di heman demê de bersiveke negatîv jî dikare bihête pêşberê me: „Na xêr, wekî ku feylesofê sansûalîst (hestbîrvanî) Pîron jî dibêje, her jiyandeyek di xwezayê de hezdike û incax bi vê bizavê ve dikare jiyana xwe bimeşîne.”
Ev bersiv jî rast e. Jiber ku jiyaneke bêyî ku evîn tê de hebe di derveyî derfeta xwezayî de ye. Gîha, ajel, mirov… Ev hersê hebûnên jiyande yên xwezayî bes bi evînê ve dikarin hebûna xwe bimeşînin… Mirin yanê tunebûn dawiya evînê ye jiberku.
Feylesofên Yewnanî gava bizava bîr û boçûna mirovan ya di derbarê sedem, pêvajo û encama hebûna gerdûnê de şêrove dikirin, navekî wisa lêdanîn: Philosophia, yanê evîna zanînê… Jiber ku li gor wan mirov nedikarî „rastiya” bingehîn bizanibe, lê ew dikare her dem, bê dûmahî li pey zanîna bingehîn ya rastiyê bigere, her lê bigere. Eve navê felsefeyê jî iwsa peyda bû: Lêgerîna rastiyê… Belam lêgerîn jî bê daxwez û hesteke bi hêz ya ku bikaribe motîvasyoneke mezin pê bide, çênedibû. Jiber vê navê felsefeyê ji nû ve hat guhertin, ev car êdî ev bizav ne wek lêgerîna rastiyê, lê wek heskirina zanyariyê hat binavkirin. Li gor wan zanîn (sophia) rastiyê temsîl dikir, evîn jî lêgerînê.
Helbet di vê demê felsefe bes karên kesên ji arîstokrasiyê bû, nexwe wateya evînê û zanînê li hev zeliqîn û wisa man.
Her wisa mijara evîn û zanîn berê felsefeya dema kevne ya Yewnanî jî hatibû behiskirin.
Di efsane û gotûbêjên çîrokên kevin yên Mezopotamyayê de em rastê nimûneyên gelek balkêş dibin. Di Destana Gilgamêş de, yasayên Hamûrabî û hin gatayên (gotin, ayet) sereke yên Zenda Vesta de jî ev mijar hatiye behiskirin. Her wiha dîsa efsane û çîrokên dînî yên Aborjîn û Astekiyan de jî evîn û zanîna rastiyê wek dersên felsefeyeke îptîdayî hatiye şêrovekirin.
Di nav van çandên kevnar yên dema mîtolojîkî de bi taybet hizra Zarathustra ya ku di Zenda Vestayê de dûr û dirêj hatiye destnîşankirin, gelek balkêş e û ji yên dîtir cûdahiyên pir mezin bi me dide xûyakirin.
Jiber ku di hizra Zarathustra de di navbera mirovan de wekheviyeke bi hemî wateya peyvê hatibû pejirandin, bo nimûne wekheviya jin û mêr jî tê de, çi cûdahiyeke fîzîkî, exlaqî û hizrî di navbeyna mirovan de nehatiye qebulkirin, heta ev cûdahî wek guneh hatiye destnîşankirin: Gelo çima?
Çima di çandên hemdema Zarathustra de cûdahî û zulmeke ew qas mezin di navbera mirovan de dihête kirin û her wiha Zarathustra evna naxwe nav prensîbên xwe yên esasî. Jiber ku di hizra Zarathustra de ne bi tenê di navbeyna mirovan de, di navbeyna mirov û ajel de jî wekheviyek heye, û her halde yekemîn sedema ku qedexekirina goşt jî jiber vê hikmetê ye.