Cîhan

Ev 17 roj in ku kurdek welatiyê Almanya winday e

 

 Parêzer û çalakvanê mafê mirovan Ismaîl Ebdî (1960, zewicî ye, çar zarok) di 23ê tebaxa (August) 2010ê de li Helebê hat girtin dema wî dixwest ji bêhnvedana li Sûriyê ligel malbata xwe ji Sûriyê derkeve. Hingî ji wî re hat gotin ku divê ew serî li dezgeheke ewlekariyê bixîne, bêyî ku ev yek bê zelalkirin.

Ji hingî ve ne diyar e bê Ismaîl Ebdî, ku ji sala 1997ê ve li Elmanyayê dijî, li kû derê ye. Ne Wezareta Derve ya elmanî ne jî malbata wî li Sûriyê dikarî ta niha agahiyan li ser ciyê mayina wî yan sedema girtina wî bi dest bixin.

Malbata wî di wê baweriyê de ye ku girtina Ebdî bi xebata wî wek serokê rêxistina Elmanyayê ya Komîteya ji bo Paraztina Azadiyên Demokratî û Mafên Mirovan li Sûriyê  (CDF) û herweha weşanên li dijî rêjîmê ve girêdayî ye. Ebdî nexweşê rebû (astma) ye û pêwîstiya wî ya berdewam bi dermanan heye.

 

(Kurdwatch)

Back to top button