Kramponên naylonî,kîsikên Sumerbankê û cejn

Em li taxên kevîyan yên ku niha wan bi navê waroşan bi nav dikin mezin bûn.Û em hê jî jiyanê mîna zarokekî ku ji taxên kevîyan e watedar dikin.

Her tim di navbera taxên kevî û ne kevî  de – wê hingê ev dikare bibe taxên goşe –  bi awayekî nepenî arbedeyeke çînî çêbûye.Niha hebekî hatibe guhertin jî  danûstandina taxên kevîyê  bi marketên mezin û firoşgehan re tuneye.Vê nebûnîya hanê di cîhana hestan ya zarokên kevîyî de bandoreke mezin dihêle û bandorê li şêweya jîyana wan jî  dike.

Di zaroktîya xwe de, berîya ku cejn were gelek rojan min xwe diavêt dawa diya xwe û jê dipirsiyam ka gelo wê kengê bê. Dêya min, ‘tu yê ravekî-hişyar bibî,ravekî-hişyar bibî… wê cejn bê’ digot ji min re.

Ez ê razêm – hişyar bibim, razêm-hişyar bibim… niha ez li benda  teskereya xwe me(niha li eskerîyê me),tê bîra min û van rojana di dema wan raketin û hişyar bûyînan da jî lihevanînokekê dibêjim : cejn wer,cejn wer….

Tê bîra min gava ku trafoyên qels yên ku li taxa me bûn diteqîyan û ceryan diçû jî min vê lihevanînoka hanê digot : cer-yan wer,cer-yan wer…. Nizanim bê di çend hezar carî de kirdeya ku dibû malzemeya lihevanînokê, ango, gava ku,cejn û elektirîk, dihatin pirr kêfxweş dibûm.

Berîya ku cejn were diya min bona min derdiket bazarê, ji min re pantorekî bêfermûar, bêkemer, ji pantoran zêdetir dişibîya pêcameyan û dîsa tîşortekî ku zêdetir dişibîya fanêleyekî  distend. Hema bibêje di hemû cejnan de vê yeka hanê wisa bû.

Belê herwekî ku min gotê çawa ku têkilî di navbera taxên goşeyî û kevîyê de tunebû, wê hingê têkilîya kevîyîyan digel markêt û firoşgehên mezin re jî tunebû.Ji lewre jî têkîlîya me ya zarokan û wan kîsikên rengîn yên markêt û firoşgehan tunebû..

Me zarokan bi giştî şekirên xwe di hundirê kîsikên ji kaxezên rojname û çimentoyan hatine çêkirin de, carnan jî di hundirê poşetên ku ji neftê hatine çêkirin yên reş de berhev dikirin. Gava ku  me zarokekî  di dest wî de poşetên firoşgehên mezin didît jî, bi dilbijînê li wî dinêrîyan.

Baş tê bîra min, ji ku hatibû nizanim lê di erefata cejnekê de, ez û birayê min, me kîsikekî sipî ku li ser wî nivîsa Sumerbankê hebû  dîtibûn. Piştî şerrê min û birayê min yê li ser kîsikî –na ya min e, na ya min e… min kîsikî bi dest xistibû.Piştre digel wî kîsikî min pantor û tîşortê xwe jî xistibû binê balgîfa xwe, min kramporên xwe yên naylonî jî sitendibûn cem serê xwe û dest bi lihevanînoka xwe kiribûm : cejn wer, cejn wer…

Digel cejnên me yên ku me şekiran berhev dikirin cejnên neteweyî yên me bi hêcan dikirin hebûn. Bi giştî roja wê cejnê an jî berîya wê pîgarê gerînendeyekî bi  mamosteyê bedenparêziyê re li fêrgehan digerîyan û ji her fêrgehê çend şagirtên ku cilên wan nû hildibijartin.

Ji ber ku min her tim cilên birayên xwe li xwe dikirin qet ne rojekê û ne jî cejnekê tu kesî min ne bijart. Ew kesên ku vî karê bijartinê dikirin mîna ku ji mêwefiroşan sêvan bistînin dikirin ji lewre piştî bijartinê her tim psîkolojîya sêva pûç bi min re çêdibû.

Piştî ku ez bûm mamoste û beşdarî yek ji wan cejnên ku di wexta şagirtiya xwe de ji bo beşdarbûyîna wan tu kesî min ne bijartibûyî bûm û li xwe haybûm ku hîna psîkolojîya sêva pûç bi min re heye. Bi ser vê yekê re jî kenîyam; ji ber  ku piştî vegera cejnê çûbûm lawaboya xwe û min serçavên xwe şuştibû da ku ez ji wê psîkolojîya sêva pûç rizgar bibim, min li neynika lawaboya xwe çavên xwe dîtin. Belê, çavên min hîna yê zarokekî bû.

Nivîskar : Azîz Aytaş / [email protected]

Wergêr & Dîtbarî : Bîrbir Birûsk Aryan/  [email protected]

Nêrînek

  1. Cejna hemû bawermendên Kurd û cîhana pîroz dikim.\r\n\r\nBirûsko sipas ji bo wergerê! \r\nJi Azîz Aytaş'î re jî sipas, tiştên pirr xweş anî bîra min!.\r\nTahma şekir û kulînçeyên îdîyê ji vê nivîsê tê.\r\n\r\nLê mixabin..\r\nNe cejn mane di tahma şekir û kulînçeyan de,\r\nne jî şekir û kulînçe mane di tahma cejnan de…\r\n\r\nN. Dilo\r\n\r\nJi Agirî silav..

  2. Axxx!!\r\nAxxxxx!!!\r\nBîranîn … \r\nCejn zarok in.\r\nZarok cejn in.\r\nGava em mezin dibin derewan li me dikin.\r\nDerewan li cejnan dikin.Wan xirab dikin.\r\nNe zarok mane.\r\nNe jî cejn..\r\nÎja em xwe bi nivîsên wisa tijî cejn û bîranîn têr dikin..\r\n\r\nSipas bo wergêr û nivîskar da ku tiştna aniye bîra me…

Nerîna min :