Bi siyasetê xebata lobiyê bi rê ve diçe
Warvîn-Rola Evîn Çetîn wek jineke kurd di çareseriya pirsa neteweyî de çî ye?
Evîn Çetîn: Hebûna her kurdekî di parlamentoya welatên ewropî û parlamentoya Ewropayê sûdeke zêde bo doza kurdî digihîne. Çimkî bi vî awayî kurd dikarin arîşe û daxwazên neteweyî yên xwe bigîhînin netewe û welatên cuda cuda yên cîhanê. Neteweya kurd pêwîstî bi siyaset û lobî heye. Em wek kurd di van aliyan de lewaz in. Niha siyaseta cîhanê li ser bingeha karê dîplomasî û xebata lobiyê bi rê ve diçe. Lewra bi ya min pir girîng e ku ciwanên kurd ên nîşteciyên Ewropayê beşdarî siyasê bin û nûnertiya neteweya xwe bikin, daxwaz û arîşeyên neteweyên xwe nîşan bidin.
Warvîn: Tu tenê bo bakûrê Kurdistanê kar dikî an bo perçeyên din jî?
Evîn Çetîn: Karesate Helebçeyê, Enfal û qirkirina li hemberî neteweya kurd hatine peyrewkirin û kes jî nikare li hemberî wê pirsê çavên xwe bigire. Divê di destpêkê de dagirkerên Kurdistanê û hemû welatên cîhanê nemaze Ewropa, wê rastiyê qebûl bikin. Di kongreya Partiya Sosyal Demokrat de ku ez jî endama wê me, karesate Helebçeyê wek qirkirina hate qebûlkirin. Di vî warî de siyaseta wê aşkere ye. Îsal di salvegera karesata Helebçeyê de serokê partiya me Mona Solin wê qetlîamê şermezar kir. Rast e karesata Helebçeyê Enfal û hemû qetlîamên din ên li hemberî kurdan li seranserê Kurdistanê wek tawan tê nasîl lê wek ku min di serî de got, ji bo ku ew rastî ji aliyê yên din jî bê qebûlkirin, pêwîst e kurd bo xwe bibe hêz. Eger em di nav partî, parlamentoyên welatên ewropî de hêzeke siyasî û dîplomasî danemezrînin, nabin xwedana lobiyeke bihêz û nikarin tu tiştekî bi kesekî bidin qebûlkirin.
Dagirkerên Kurdistanê di hemû cihekî de lobiyeke bihêz hene û mixabin bi wê rêyê ve dikarin karên xirap jî bidine qebûlkirin. Lê êdî em wek kurd jî di serdemeke wiha de ne ku gelek derfet hene ku hatine pêş. Ez dikarin bibin hêzeke mezin û daxwaz û doza neteweyî ya gelê xwe di hemû meydanên cîhanê de bînin ziman. Ez hêvîdar im di dahatûyeke nêz de Helebçe û hemû tawayên li hemberî kurdan hatine kirin, di seranserê cîhanê de wek tawan bên nasîn û lêpirsî digel berpirsên wan tawanan bê kirin.
Warvîn: Niha te xwe bo hilbijartina parlamentoya Swêdê kiriye namzet. Daxwaza te ji kurdên li Ewropayê çi ye?
Evîn Çetîn: Neteweya kurd ku hejmara wê ji 40 mîlyonan zêdetir e, niha gelek arîşeyên mezin hene. Li Tirkiye, Îran, Sûriyeyê di jêr êrîşên mezin de ne û siyaseta înkar û tunekirinê li dijî wê tê peyrewkirin. Neteweya kurd jî wek neteweyên din ên cîhanê mafê demokrastî û azadiyê heye. Têkoşerên kurd rewatirîn û meşrutirîn têkoşerên azadiyê ne. Pirsa kurdî li Rojhilata Navîn û cîhanê pirseke mezin e û divê bê çareserkirin. Kurdistan mafê azadbûnê heye. Divê wek gelên din ên cîhanê hemû mafên kurdan wek neteweyî, siyasî, civakî, aborî, hunerî û kulturî bên dabînkriin.
Dagirkerên Kurdistanê wek Îran, Tirkiye û Sûriye cografya, nasname, ziman û hemû hebûnên kurdan binpê dikin. Di demekê de ku qala cîhanîbûnê tê kirin û banga demokrasî û azadiyê tê kirin, hêj çewsandina kurdan bi şêweyekî sîstematîk berdewam e. Hemû cîhan di çareserkirina prisa kurdî de berpirsiyar in.
Warvîn: Di van demên dawî de çendîn keçên kurd li Îranê hatin destgîrkirin. Tu ji bo wan keçan çi dikî?
Evîn Çetîn: Rejîma Îranê di niha de ku serdemekî nûjen û modern e, tawanên pir mezin dike û kurdan wek qurbanî bi dar de dike. Bi sedan keç û kurên kurd, bi tometa neselmandî dixine zindanê û dikujin. Ew dixwaze bi xwîna kurdan temenê rejîma xwe dirêj bike. Lê tu car zulm û zorî di cîhanê de berdewam nabe. Îran jî nikare bi vî awayî berdewam be. Ez hewl didim bibim dengên wan keç û kuran ku di zîndanên Îran, Tirkiye û Sûriyeyê de ne.
Bo wê pirsê xebata me digel rêxistinên mafê mirovan berdewam e. Ez di wê baweriyê de me ku eger em biçin parlamentoyê bo gihandina dengên zindaniyan derfeteke zêde dê bo me çê bibe. Ew zulm û zoriya ku Îranê li kurdan dike, divê bibe sedema yekîtiyeke bihêz di nav kurdan e. Divê kurd li hemberî zulma dagirkeran destê hevdu bigirin û di têkoşîna xwe ya rewa de berdewam bin.
Evîn Çetîn:
Evîn Çetîn bi eslê xwe ji Girêmira ku girêdayî Nisebînê ye. Malbata wê di 4 saliya wê de koçî Ewropayê kiriye. Çetîn Zanîngeha Upsalayê beşa hiqûqê xwendiye û 4 zimanan dizane. Dayika wê asurî-suryanî ye û bavê wê kurd e. Wê di dema zanîngehê de, di nav xebatên Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê de kar kir û dest bi siyasetê kir. Wê di dema xwendekarî de di Dadigeha Bilind a Koçberan de kar kir. Paşê di Komîsyona Çavdêriya Yekîtiya Ewropayê erk girt. Qasî du salan di Strasburg û Brukselê kar kir. Di dema karê xwe yê li Brukselê de di pirsa endamtiya Tirkiyeyê bo Yekîtiya Ewropayê cih girt. Herweha di nav lîjneyên çavdêrî de çû Lîtvanya, Îspanya, Ukrayna, Rûsya û Gurcistanê. Di sala 2007’ê de wek endama çavdêriya Sosyal Demokratan bo hilbijartinên Tirkiyeyê li Colemerg û Şirnexê hate erkdarkirin. Di sala 2009’ê de dîsa wek endama çavdêriya Sosyal Demokratan bo hilbijartinên Tirkiyeyê çûye bakûrê Kurdistanê û li Mîdyad û Diyarbekîrê kar kiriye.
Diyarî Mihemed
(Warvîn)