Civak

Serok Barzanî cejna gelên Kurdistanê pîroz kir

Bi navê Xwdayê mezin û dilovan

Bi minasebeta cejna Remezana pîroz, ez germtirîn pîrozbahiyan li tevaya misilmanên herêma Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim rojî, taet û îbadeta meha Remezanê, meha xêr û bereketê, ji hemû misilmanan qebûl kir be.
Ez hêvîdarim ev cejine bibe hokarê xêr û xweşîyê, bidestveanîna zêdetir hêvî û armancên gelê me û Kurdistan jî bikeve di qonaxeke din a avadankirin, binyadnan û pêşxistina giyanê birayetî, tebayî û pêkvejiyanê, bi destxistin mafên destûriyên gelê me û derbasbûna hemû kêşe û pirsgirêkan ji bona çespandina Îraqeke federal û demokratîk.

Mesûd Barzanî
Serokê herêma Kurdistanê
09.09.2010

Back to top button