Polîtîk
Pirsgirêka Iraqê ber bi çareseriyê ve diçe
Serokê Iraqê Celal Talebanî di vê kombûnê de daxwaz kir, ku divê Yekîtîya Niştimanîya Kurdistanî bi hemû alîyên Iraqî re dost be û hemû alîyên Iraqî jî dixwazin, ku posta serokatîya komara Iraqê ji Celal Talebanî re be.
Di derbarê peywendîyên YNK û alîyên Kurdistanî de jî Talebanî da xuyakirin, ku peywendîya YNK bi taybetî bi Partîya Demokrata Kurdistanê re xweş e û rêkevtineka stiratejîk di navbera wan de heye û peywendîyên YNK bi alîyên dinên Kurdistanî jî re xweş in.
Celal Talebanî weha jî da xuyakirin, ku dê di vê dema nêzîka pêş de pirs û arêşeyên nava Iraqê bihên çareserkirin û dê hukûmeteka pirdengî û niştimanî bihê damezrandin û dê hemû alîyên siyasîyên Iraqê, di nava vê hukûmeta nû de beşdar bin.