Pilana çareserkirina pirsa kurd li Tirkiyeyê

Li gor wan zaniyariyên mediya Tirkî diweşîne, pirosesa danustandinan ji bona çareserkirina pirsa kurdî li Tirkiyeyê dê bi vî awayî be:

   1-    Destpêkê MÎT dê serdana Hewlêrê bike û dê digel berpirsên Qendîlê bicive.

   2-     Piştî serdana Hewlêrê,  MÎT dê li Tirkiyeyê, li Îmraliyê,  digel Ocalan hevdîtin pêkbîne.

   3-     Piştî serdanên MÎTê dê heyeta BDPê ku, li gor hin çavkaniyan, dê jiSelahedîn Demîrtaş û Ehmed Turk pêk bê, serdana Ocalan bikin.

   4-    Abdullah Ocalan dê du nameyan amade bike, nameyek jê bo PKKê û nameya din jî bo dewleyê ye.

   5-    Ocalan dê di nameya xwe de daxwaza agirbest û çekdananê ji PKKê bike.

Her li dor pilana çareserkirina pirsa kurd li Tirkiyeyê, Sadula Ergîn wezîrê edaletê yê Tikiyeyê dibêje ku, Nuha li Tirkiyeyê pêvajoya çareserkirina pirsa kurd heye û ji bona serkeftina vê pêvajoyê, divê hemû alî gelek bi hişiyarî miamileyê digel pêvajoya aşitiyê bikin, bi tehemil bin û di van çen rojan de dê encam diayr bin ka kî diçe û kengî dicin Îmraliyê, evna hemû dê bên organîzekirin û ev pêvajo bi erênî ber bi pêş ve diçe.

Nerîna min :