Li gora nûçeyek ya rojnama Milliyet a Tirkî, li Îmralî xaniyek taybet ji qada girtîgehê dûr tê avakirin. Tê îdia kirin ku di çerçova li hevhatinê de ev xanî jo bo Ocalan tê avakirin.
Berdewamiya nûçeyê de tê gotin,ku, di vê dema dawî hinek guhertinên yasayî têne parlementoyê di çerçova li hevhatina MITê û Ocalan de ne. Hêdî girtî dikarin bi zimanê xwe di dadgehan de parastinê bikin.Girtî dikarin li gel jina xwe hev bibînin û demekî li ba hav bimînin.
Rojname îdia dike ku eger Ocalan kesekî re bizevice dikarê li gel jina xwe li Îmralî bi awayek azad hev bibînin.
Di vê derbarê de serokê Partiya Demokratik a Çep Masum Türker di bernameyek televizyonî de got ku, Hukumetê li gel Ocalan di hemî awayî lihev kiriye. Divê hukumet vê yekê di parlementoyê de û ji partiyên siyasî re eşkere bike.
Masum Türker got ku li gora vê hevhatine, hinek gav têne avêtin wek: Serokwezîr soz da ku baraja hilbijartina bîne xwar,duyem dê girtî bikaribin li gel jinên xwe bi hev re bimîninû sêyem jîdi destûrê de gelek tişt têne guhertin.