Dawudoglu: Divê Malikî qîmeta dostaniya bi Tirkiyeyê re bizane
Ehmed Dawudoglu wezîrê derve yê Tirkiyeyê, li Qahîreyê paytexta Misrê, di preskonfrensekê de êrîşî siyaseta serokwezîrê Îraqê Nurî Malikî kir û gelek bi dijwarî Malikî rexne kir.
Wezîrê derve yê Tirkiyeyê got ev çend salin Malikî serokwezîrê Îraqê ye û hêşta xelkê Îraqê di tariyê de dijîn:
– Malikî 7 sale serokwezîr e û ji bo her kesî eşkereye ka Îraq di warê pêşveçûna êkonomî de di çi qonax de ye. Îraqê weke welat yek ji zengîntirîn welatên cîhanê ye, lê hêşta li wî welatî, li Bexdayê jî, elektirîk nîne.
Dawudoglu di berdewamiya axavtina xwe de dibêje ku, divê her kes vê pirsê ji Malkê bike ka gelo çima Malikî digel hemû serkirdên Îraqê bi probleme? Çima her roj Malikê digel serkirdeyekî îraqî şer dike?
– Malikî ne di wê sewyeyê deye bikaribe tesîra Tirkiyeyê li deverê binirxîne. Ji Filestîn, Misir û heta cemawerê Îraqê jî bipirs in ka tesîra Tirkiyeyê deverê çend e? Malikî çi dibêje bila bêje, ew nikare dostaniya me digel xelkê Îraqê têkbide.
– Pêştir Malikî em weke nûnerên aşitiyê li deverê wesid dikir, nuha ew çi dibêje? Malikî, ji bona ku şikestina xwe veşêre, hin pirsên din diazirîne. Divê ew qîmetê dostaniya bi Tirkiyeyê re bizane.