Polîtîk

Serok Barzanî vegeriya Kurdistanê

 

 

Piştî serdaneke fermî ya çend rojî bo hin welatên Ewropayê,  îro, serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bi rêya balefirxaneya navnetewî ya Hewlêrê wegeriya Kurdistanê û li balefirxaneya Hewlêrê ji aliyê hijmarek rayedarên Kurdistanê ve hate pêşwazîkirin.

Wek tê zanîn, ji bona beşdarîkirin di Foruma Davos de li Swîsreyê,  serok Barzanî berî heyamekî bi serdaneke fermî çû bû Ewropayê. Berîya serok Barzanî biçe Swîsreyê û beşdariyê di Foruma Davos de bike, ji bo pirsîna rewşa saxlemiya Celal telabanî çû bû Almaniyayê. 

 

 

Back to top button