Polîtîk

Peywendiyên Awustralya û Kurdistanê pêş dikeve

Roja sêşem 15.09.2015 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Krîstofer Langmen Balyozê nû yê Awustralya li Iraqa Federal kir.Li hevdîtinê de Balyozê nû yê Awustralya li Iraqê xweşhaliya xwe ji bo hevdîtina li gel Serok Barzanî û hatina xwe ya Kurdistanê nîşan da û ji bilî balkişandina li ser rewşa siyasî û emnî û aboriya Iraqê, wê yekê jî xisterû ku Herêma Kurdistanê ji ber sedema şerê Daîş û hatina sedanhezar koçber û rewşa aborî rûbirûyê tehediyatên mezin bûye û behsa rola qehremananeya Pêşmerge ya li şerê terorîstan kir. Balyozê nû yê Awustralya li Iraqê balkişand li ser wê yekê ku Da’îş hereşeyeke ji bo hemû aliyek û welatê wan li weşandina gurza serbazî li çarçêweya hevpeymaniya navdewletî de berdewam dibe û daxwaz jî kir ji bo şikestdana Da’îş pêwîste bê bawerî li nav pêkhatan de nemîne û aştiya nîştîmanî li Iraqê da berqerar bibê. Her wiha spasî xelk û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku wê hejmara zêdeya koçberan himbêz kiriye û sersamiya xwe jî bi tevger û zîndiyetî û pêşketina Herêma Kurdistanê ragihand û berdewamiya aramiya Kurdistanê jî bi girîng zanî.Li beranber da Serok Barzanî hêviya serkeftinê ji bo Balyozê nû yê Awustralya li Iraqê li erk û karên wî da xwest û spasî gel û Hikûmeta Awustralya kir ku yarmetîder û piştevanê gelê Kurdistan bûne û li axaftina xwe de balkişand li ser dirindeyiya Da’îş ya li dijî xelk û pêkhatan û tekez li wê yekê kir ku ji bo rûbirûbûna wê hereşeya cîhanî pêwîste hemû dewlet bi hemahengiyekî tevahî şerê serbazî û fikrî û aboriya terorîstan bikin û ji bo wê yekê hereşeyekî heman awayê Da’îş dîsa serî hilnede, divê çareseriya sedemên derketina tundrewî û terorê bê kirin.Serok Barzanî di derbarê serketinên Pêşmerge de wê yekê behs kir ku Pêşmerge bi qehremaniya xwe efsaneya Da’îşê şikand û ji bo parastina Mesîhî û Turkman û Êzîdiyan xwîneke zêde bexşî.Li beşekî dinê civînê de peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Awustralya û rêyên berfirehtir kirina wan peywendiyan guftûgo kirin.

Back to top button