Armanc gihandina peyama aşitiyê ye
Piştî çendîn civîn û hevdîtinên şanda PDKê li Enqere, endamê wê şandê Hêmin Hewramî ragihand ku, armanca civînên PDKê li Enqere gihandina peyama aştiyê û bihêzkirina pêwendiyan bû, herwiha amadebûna PDKê bo alîkariya jinûdestpêkirina pêvajoya aştiyê nîşan da.Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Ihsanoglu Klajaddar pêşwazî li Şanda Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kir û rewşa navçeyê ligel hev gotûbêj kirin.Di çarçoveya serdana xwe ya bo Tirkiyeyê de îro şanda PDKê bi Serokatiya Sekreterê mekteb siyasiya PDKê Fazil Mîranî serdana Wezareta Derve ya Tirkiyeyê jî kir û ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Feredûn Sinirlîoglû civiya.Serokê Giştî yê wê partiyê Ihsanoglu Klajaddar li baregehê partiya xwe pêşwazî li Şanda PDKê kir ku ji her yek ji Sekreterê Pîlotbîroya PDKê Fazil Mîranî, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, Berpirsê Pêwendiyên Derve yê PDKê Hêmen Hewramî û herdu Endamên Serkirdayetiya PDKê Ehmed Kanî û Ebdulselam Reşîd pêkhatibû.Endamê wê şandê Hêmin Hewramî ragihand ku, armanca civînên PDKê li Enqere gihandina peyama aştiyê û bihêzkirina pêwendiyan e, herwiha amadebûna PDKê bo alîkariya jinûdestpêkirina pêvajoya aştiyê nîşan da.Hewramî wiha got: “Me ji di wan hevdîtinan de tekez kir ku em neligel şer in û em dijminatiya ti alî nakin, herwiha me dilgiraniya PDKê ji ber nearamî û tundiya vê dawiyê gehand wan berpirsan û me daxwaz jî ji hemû aliyan kir ku li şûna şer li ser maseya diyalogê rûnên û nakokiyên xwe çareser bikin.”Weke tê zanîn heyeta PDKê beriya çend rojan bo beşdarî kirin di kongreya AKPê de serdana Tirkiyeyê kiribû û di çarçoveya serdana han de li gel HDP û CHPê jî civiya bû û îro jî serdana wezareta derve ya Tirkiyeyê kir û biryare her îro jî li gel AKP bicive.