Civak

Hewandina koçberan pirsekî mirovatiye

Waliyê Hewlêrê di hevpeyvîneke xwe de behsa rewşa koçber û penaberên li herêma Kurdistanê hene dike û dibêje ku, raste hikûmeta herêma Kurdistanê hijmareke zêde ya koçber û penaberan wergirtine, lê ti metirsîya wan bo ser emniyeta herêma Kurdistanê nine.Newzad Hadî waliyê Hewlêrê di hevpeyvîna xwe bi malpera fermiya hikûmeta herîma Kurdistanê re dibêje:- Wergirtin, pêşwazîkiirn û hewandina wê hijmara zêde ya koçber û penaberan li Hewlêrê helwestekî mirovî yê xelk û hikûmeta herêma Kurdistanê ye û vê helwestê li ser asta navdewletî jî deng daye û her ji ber aramî û armniyeta herêma Kurdistanê wan koçber û penaberan herêma Kurdidtanê hilbijartiye.Hadî di axaftina xwe de bahsa pirosesa azadkirina bajarê Mûsilê dike û dibêje:- Azadkirina Mûsilê pirseke hesas û giringe, ji ber ku zêdetir ji du milyon kesan li Mûsilê dijîn û ev saleke ew bajêr di bin destê DAÎŞê de ye. Azadkirina bajêr pêwîstî bi hevkariyên anvdewletî heye û piştî azadkirinê jî gelek kar û xebat ji bo avadankirinê pêwîstin, bi taybetî devera Deşta Neynewa, weke yekemîm pêngav ji bona vegerandina koçberan.Li gor waliyê Hewlêrê, wê hijmara zêdeya koçber û penaberan metirsî bo ser rewşa emniya Hewlêrê  nîne û her bûyereke li Hewlêrê qewimî be, çi aliyê terorîstan, yan jî ji aliyên hin tawankarên din be, ew bûyer hatine şopandin û tu têkeliya koçber û penaberan bi wan bûyeran ve nebûye. Heta niha rewşa Hewlêrê aram û biîstîwrar e.Li gor amarên li berdes hene, nêzîkî milyonûheştsedhezar koçber û penaberên ereb ji Mûsil, Enbar û deverên din yên Îraqê û kurdên rojhilata Kurdistanê li herêma Kurdistanê hene û di çend kapên cuda de hatine bi cî kirin.- Mana koçber û penaberan li herêma Kurdistanê pirseke demkî ye û niha welatên hevpeyman ji bona azadkirina ew deverên di bin destê DAÎŞ de ne dixebitin, ji ber hindê, ez carek din dibêjim ti metirsiya wan bo ser herêma Kurdistanê nîne, weke hindek kanalên ragehandinê behis dikin. Pêşwazîkirin û hewandina koçber û penaberan navdengiyek mezin bo herêma Kurdistanê bi dest xist û welatên cîhanê vê helwesta herêma Kurdistanê bi qedir û qîmet dinirxînin. Koçber û penaberên li herêma Kurdistanê hene bi tenê ne ereb in, lê belê mesîhî, êzidî û çend pêkhateyên din yên olî û netweyî yên din jî hene. Yên ku hebûna koçber û penaberan weke metirsî bo ser herêma Kurdistanê dibînin, ew vê pirês bi siyasî dikin û ew hest bi berpirsiyariyê jî nakin û dixwazin şerê kurd-ereb çê bibe û rewşa arama Hewlêr û herêma Kurdistanê têk bidin. Koçber û penaber bi tenê li Hewlêrê nînin, lê li Silêmanî û Duhokê jî hene.Hikûmeta herêma Kurdistanê bi hevkariya Neteweyên Yekgirtî budceyeke taybet bo koçber û penaberan berdest kiriye û Heyva Sora Îmaratê jî, bi sipasî ve, gelek hevkarî kiriye. 

Back to top button