Polîtîk

Barzanî û hêzên hevpeymanan rewşa şer nirxandin

Roja sêşem 15.09.2015 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî hevbeşa bilinda Wezareta Derve û Artêşa Amerîkayê kir ku ji Brett Mcgurk Cîgirê Yarîdederê Wezîrê Derveyê Amerîka û Stuaart Jones Balyozê Amerîka li Iraqa Federal û General James Têrî Rêkxerê Hêzên Taybetiyên Artêşa Amerîka û General Tony Tomas Fermandeyê Hêzên Taybetiyên Amerîka li Iraqê û hejmarek şêwirmend û efserên Wezareta Derve û Artêşa Amerîkayê pêkhatibûn.Li hevdîtinê de rewşa meydanî ya bereyên rûbirûbûna terorîstên Da’îş li Sûriye û Iraq û amadekariyên proseya azadkirina Musil û çawayiya şikestpêanîna terorîstan û karê hevbeşa di navbera hêzên hevpeymanan û Pêşmerge û hêzên Iraqiyan guftûgo kirin. Her wiha asta bilinda hemahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Amerîkayê bilind hate nirxandin ku bûye sedema serketina operasyonên hevbeş ku bi tu awayekî jî ziyanê bi armancên medeniyan negihîştiye.Li vê hevdîtinê de şanda hevbeşa Wezareta Derve û Artêşa Amerîka palpiştiya xwe ya tevahî ji bo Herêma Kurdistanê û yarmetîdan û hevkarîkirina hêzên Pêşmerge dûpat kir.Her li vê kombûnê da rewşa siyasiya navçeyê û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexda û paşaroja Sûriye xistin ber behs û guftûgoyan.

Back to top button