Civak

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik Seredana Cizîre Kir

Seroke Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik li gel rêveberên PAKê îro(15.09.2015) seredana Cizîrê kirin.Heyeta PAKê li gereka Nuhê li ew kolanên ku şer têde çêbûbûn , hendek hatî bûn kolandin de gerîyan. Piranîya mal û dikanên li wê gerekê hatîbûn gullebaran kirin, şewitandin.Gelek cîh ji ber êrîşên çekên giran hatîbû werankirin.Heyeta PAKê li gel xalkê Cizîrê yên di gereka Nuhê de hevdîtinên raste rast pêk anîn.Tabloya ku di van hevdîtinan de û di vê gerê de hate berçav ew bû ku gelê me li Cizîrê 8 rojan tî , birçî , bê elektrîk , bê doxtor , bê derman hatîye hêliştin. Hêzên Dewletê nehiştînen ku 8 rojan mizgeft jî bên vekirin û ezan bê xwendin. Kesên ji alîyê dewletê ve hatîne kûştin bi rojan dewletê nehiştîye termê wan bibin morgê , binax bikin.Parlementerê HDPyê Faysal Sarıyıldız , Hevseroka Şarederîya Cizîrê Leyla Îmret û hevserokên şaxa Cizîrê yên HDP û DBP yê pêşwazîya heyeta PAKê kirin.Serokê Şarederîya Cizîrê yê berê Sabrî Vesek û gelek welatîyên me yên Cizîrê jî hevaltîya heyeta PAKê di nava kolanên gereka Nuhê de kirin.Heyeta PAKê piştî gera di nav kolanên gereka Nuhê , seredana Hola Tazîyê ya kirin. Li cîhê tazîyeyê Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik axaftinek kurt kir û sersaxî ji malbatên 23 şehîdên Cizîrê û ji gelê Kurdistanê re xwest. Daxwaza şîfayê ji bo birîndaran kir. Li ser navê malbatên di tazîyeyê de jî xêr hatin û spasîya PAKê hate kirin.Di dema heyeta PAKê seredana Cizîrê kir , Hevseroka Fraksîyona Partîya Keskan li Parlementoya Ewrûpayê Rebecca Harms û Hevserokê Partîya Kesk a Almanyayê Cem Ozdemîr li gel parlementerên endamê Parlementoya Ewrûpayê li Cizîrê bûn.Serokê Giştî yê PAKê xêr hatina Heyeta Parlementerên Ewrûpayê kir. Heyeta PAKê û Heyeta Parlementerên Ewrupayê pêkve ger û çavderî ya li kolanên gereka Nuhê lidarxistin. Di vê gerê de Parlementerên HDPyê Mîthat Sîncar û Faysal Sarıyıldız jî li gel Heyeta Parlementerên Ewrêpayê bûn.Seredana heyeta PAKê bi gelek alîyên xwe ve berhemdar derbas bû.Gelê Cizîrê pêşewazîyek germ li Heyeta PAKê kir.Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê

Back to top button