Cîhan

Pêdiviya me bi hevkariya raste rast heye

Şêwermendê Encumena Asayişa  Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Konsulusê nû yê Avustiraliyayê li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de ragihand ku, pêdiviya Herêma Kurdistanê bi hevkariya rasterast a Awustiraliyayê heye.Şêwermendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Konsulusê nû yê Awustiraliyayê yê li Iraqê Christopher Langman û heyeteke pê re kir.Di hevdîtinê de behsa rewşa siyasî û ewlekarî ya Iraq û deverê û herwiha şerê dijî terorîstên DAIŞê hate kirin.Her di hevdîtina han de Mesrûr Barzanî bixêr hatina heyeta mêwan kir û spasiya gel û hikûmeta Avustiraliyayê jî kir ku hevkariya hêzên pêşmerge kirine û got: “Pêdiviya me bi hevkariya raste rast ya Awustiraliyayê heye.”Mesrûr Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de behsa ezmûn û jêhatîbûna Hêzên Pêşmerge û herwiha xalên girîng yên bo pêşîgirtin ji lêv û tevgerên terorîstan kir û got: “Pêwîst e navdewletî cîhanî di her warî de zêdetir hevkariya hêzên pêşmerge bike ku di eniyê şerê dijî terorîstên DAIŞê dene.Li hember de jî Konsulusê Awustiraliyayê behsa hevkariyên welatê xwe yên bo Hêzên Pêşmerge kir û got: “Em baş dizanin ku Pêşmerge hêzeke bibandore û erkekî gelek girîng cîhbicîh dike lewre hevkariyên me bo hêzên pêşmerge didomin û li ser astê navxweyî de jî hikûmet hewlên xwe bo pêşî girtin ji wan kesan ku dixwazên peywendî bi terorîstan ve bikin zêdetir kiriye.”Di berdewamiya hevdîtina han de behsa prosesa siyasiya Iraqê û giringiya rizgarkirina tevahiya deverên din ji destê DAIŞê hate kirin û Barzanî eşkere kir ku Kurd ti carî nabe beşek ji şerê eşîrî anjî etnîkî û olî lêbelê hebûna hêzeke nîştimanî bo prosesa rizgar kirina deverên din lazim e.Di dawiya hevdîtina han de Mesrûr Barzanî hêviya berfiretirkirina peywendiyên navbera Kurdistan û Awustiraliyayê di her warî de xwest 

Back to top button