Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi nasebeta şehîd kirina du pêşmergeyên Kurdistanê ji aliyê DAÎŞê ve peyamek ragihand. Serok nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de dibêje: Berdewambûna berfirehkirina êrîşên terorîstan wê rastiyê nîşan dide ku DAIŞ hêj xetereyek metirsîdar e û gefan li aramî û aramiya welat dixwe.

Peyama Nêçîrvan Barzanî:

Li bajarokê Pirdê şeva borî li herêma Zurgeziraw a Pirdê li eniya Kerkûkê, çekdarên DAIŞê êrişî Hêzên Pêşmerge kir di encama êrişa DAIŞê de du Pêşmergên ser bi Lîwaya 10 a Piyade ya Wezareta Pêşmerge ve Xalîd Hemîd Heyas û Ako Kerîm Qadir şehîd bûn.

Pirse û sersaxîyê li malbat û kesûkarên serbilindê her du şehîdên cangorî Xalîd Hemîd Heyas û Ako Kerîm Qadir li lîwaya 10ê piyadeya ser bi Wezareta Pêşmerge dikim ku şeva derbasbûyî piştî rûbirûbûneke qehremanane di dema rûbirûbûna teroristên Da’îş da li navçeya Pirdê şehîd bûn û canê xwe yên pak bi niştiman bexşîn.

Ji dil ve hevsoz û hevxema malbat û kesukarên wan û tevahiya heval û hevsenger û Pêşmergeyên qehremananim. Li nêzîk ve hest bi êş û azarên wan dikim. Ji Xwedayê mezin hêvîdarim ruh û giyanê şehîdan bi himbêz û dilovaniya xwe şad bike û hedar û bîhnfirehiyê bi wan û me û hemûyan bibexşê.

Dûbarebûna berdewam û berfirehbûna êrîşên terorîstan, wê rastiyê derdixe ku Da’îş hê jî metirsiyeke rastîne û gefê li aramiya welat dike. Ji bo wê yekê divê bi îrade û desteke polayîn ve, bi hevkarî û hemahengiya Pêşmerge û artêşa Iraqê û hêzên emnî û bi piştgîriya Hevpeymaniya Navdewletî heta ji navbirina yekcarî ya wan, rûbirû û berengariya wan bibîn.

Silav û rûmet ji bo giyanê pakê şehîdan.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
31.10.2021

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: