CivakRojev

Endamekî Civata Giştî ya Gorran: Dibe rêveberên Gorran jî hatibin jehrî kirin

Endamê Civata Giştî ya Tevgera Gorran Ehmed Pîrot zanyarî li ser mijara jehrî kirinê aşkera kirin û amaje bi wê yekê kir ku tişta hatiye kirin nav YNKê de ‘’Eybeke mezin û bi tirs û metirsiyekî mezine li ser pêşeroja proseya siyasî.’’

Ehmed Pîrot ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ew mijara jehrî kirinê naha li Silêmaniyê di nav YNKê de heye û tiştekî bi tirs û xirab û nayê zanîn cureya wê jehrê çiye ku hatiye bikaranîn.’’

Ew rêveberê Gorran di xema Silêmaniyê de ku tiştekî wisa anîne serê Silêmaniyê û êdî kes  jê piştrast nîne û radigehîne: ‘’Divê ev kiryarên jehrî kirinê bê şermezar kirin û lêkolîn li ser bê kirin. Mixabin Silêmanî wisa lê kirin. Berê nêrînên cuda û pirrengî nav YNKê de hebû, naha vê mijarê derûniya herkesî têkdaye û tirseke mezin belav kiriye.’’

Herwaha got: ‘’Naha tirs û xofeke mezin li Silêmaniyê heye. em daxwaz dikin lêkolîn li ser vê mijarê bê kirin û encamên wê ji bo raya giştî jî bên aşkera kirin û neyên veşartin. Li ser vê pirsê YNK bi fermî hatiye agahdar kirin û mijar hatiye behs kirin û daxwaz jî hatiye kirin encaman belav bike.’’

Derbarê egera jehrî kirina rêveberên Gorran de jî Ehmed Pîrot got: ‘’Eger û guman heye rêveberên Gorran jî hatibin jehrî kirin. Bi rastî ev mijarekî pir metirsîdar e û vê derbarê de hemû eger jî hene.’’

Back to top button