Peyama serxweşîyê

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyamek serxweşîyê ji bo rêberê bilind yê Îranê rêkir.

Peyama Nêçîrvan Barzanî:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Hezretî Ayetullah Xameneyî, Rêberê Bilindê Komara Îslamiya Îranê

Silav li we bê…

Rûdana ji destçûna Serdar Hacî Qasim Suleymanî bûye cihê dax û dilgiraniya xelk û Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Rêzdar dostê me bû, li bereya şerê dijî dîktatoriyê û piştevan û ‏hevçeperê me jî bû li dijî grûpa terorîstiya Da’îş, bi awayek ku çendîn car ji aliyê hemû ‏berpirsên Iraqê û Herêmê ve rêz li zehmetî û fedakariyên wî hatine girtin. ‏

Bi navê xwe û gelê Herêma Kurdistanê ve serxweşiyê li cenabê we û malbata wan ya rêzdar dikim, hêvîdarim ‏cihê wî bihûşta fireh bê.‏

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê
06/01/2020

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: