Dosya

Kurd û Qasim Sulêymanî

Rojnamevanekî Îranî dibêje: “Ji bo ku hûn serdar Qasim Sulêymanî baştir nas bikin, herin ba Nûnerê Herêma Kurdistanê yê li Tehranê Nazim Debax.” Du wateyên vê axivtina wî hene; yekem peywendiyên germ ên Sulêymanî ligel serkirdeyên Kurd û duyem bandora wî ya li dervey Îranê dide nîşandan.

Rêvebirên partî û rêxistinên Kurdan, peywendiyên xwe yên bihêz, ligel Fermandarê Supaya Quds a Îranê Qasim Sulêymanî red nakin. Heta ku gelek ji wan li xwe mikur têne ku wan rûbirû hevdîtin ligel Sulêymanî kirine, lê di vê pêvajoya hesas de naxwazin derbarî wî de zêde biaxivin.

Qasim Sulêymanî bêyî pasaport û vîze tenê bi piştgiriya milîsên Şîe, dikarî li tevahiya Rojhilata Navîn û ji Tehranê heta peravên Behra Spî bêyî pasavan bigere.

Sulêymanî bi hewlên xwe yên zêdekirina bandora Îranê li Rojhilata Navîn navdar bû. Li Îranî aliyên serbazî û siyasî ji wî re digotin “Hecî Qasim”.

Zilamê bêdeng

Her çend Sulêymanî naveke xwe di nav civaka Rojhilata Navîn de hebû jî, lê di derbarê wî de gelek tişt nedihat zanîn. Sedema vê yekê jî ew bû ku Qasim Sulêymanî her tim xwe ji medyayê dûr xistiye.

Rojnamevan David Patrikarakos ê ku derbarê bernameya etomî ya Îranê de lêkolîn dikir, bi salan ji bo li ser vê mijarê, hevdîtinekê ligel Qasim Sulêymanî bike, hewl daye û ketiye pey wî, lê negihîşte armanca xwe.

Derbarê vê mijarê de David Patrikarakos ji malpera Daily Beast a Amerîkî re dibêje: “Ji min pirsîn tu dixwazî hevpeyvînê ligel Xameneyî yan jî ligel Qasim Sulêymanî bikî? Min jî got ku ez dixwazim ligel Sulêymanî bikim. Lê bi zelalî ji min re gotin ku vê yekê ji nav mejiyê xwe derbixe.”

Berpirsekî Iraqî ji New Yorkerê re derbarê Sulêymanî de got: “Di heyama civînan de, ew li quncike odeyê bi tenê, bi awayeke bêdeng rûdinişt. Wî qet şîrove nedikir û nediaxevt, ew têne dirûnişt û guhdarî mirovan dikir. Lê kesên di nav odeyê de mereq dikirin ku Sulêymanî çi hizir dike.”

Nûnerê Kurd: Ez çend caran ligel Hecî axa rûniştî me

Nûnerê Herêma Kurdistanê yê li Tehranê Nazim Debax sala 2014an di hevpeyvînekê ligel “Kovara Hemşehrî Cewan” de dibêje: “Ez çend caran ligel Hecî axa rûniştime. Dema ez nûnerê Mam Celal bûm, beşdarî tevahiya civînên derbarê Iraqê de dibûm. Aramiya Hecî di wan civînan de diyar dibû.”

Nazim Debax piştî kuştina Qasim Sulêymanî, ji Rûdawê re axivî û got ku peywendiyên wî, ligel Sulêymanî zêde nebûn û herî dawî berî salekê wî ew dîtiye.

Debax diyar kir di vê heyamê de çend caran bi rêya telefonê axivtine û çend caran jî name ji hevdu re şandine.

Nûnerê Herêma Kurdistanê li Tehranê herwiha got: “Ez naxwazim ji ber vê pêvajoya hesas û ji ber mijarên siyasî zêde biaxivim.”

Partiyên Kurd û Qasim Sulêymanî

Tê gotin ku li Herêma Kurdistanê bi taybetî Partiya Demokrata Kurdistan (PDK) û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) peywendiyên bihêz ligel fermandeyê Îranî Qasim Suleymanî hebûn.

Heta tê gotin ku Mam Celal û Sulêymanî hinek caran li ser sînor û gelek caran jî li Îranê hevdîtin dikirin.

Endamê Meclîsa Siyasî yê Komeleya Îslamî ya Kurdistanê Bîlal Sulêymanî jî da zanîn ku wî berî 11 salan li Tehranê nûnertiya partiya xwe dikir û di wê heyamê de çend caran hevdîtin ligel Qasim Sulêymanî pêk aniye.

Bi gotina Bîlal Sulêymanî, fermandeyê Îranî kesekî nerm bû û ew derbarî wî de dibêje: “Min careke ew ligel Mam Celal dît, nûnerên partiyên siyasî jî li wê derê amade bûn. Qasim Sulêymanî behsa peywendiyên di navbera Kurd û Îranê de dikir. Wî digot ku ew girîngiyê bi Kurdan dide û dostaniya ligel Kurdan li ba wî ciheke xwe yê binirx heye û gelê Kurd di şerê li dijî Sedam de hevelbendiya Îranê kiriye û divê ew hevalbendî were parastin.”

“Em û Kurd mirovê hev in”

Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrata Sosyalîst a Kurdistanê (PDSK) Mihemed Hacî Mehmûd diyar kir ku dostaniya wî ya ligel Qasim Sulêymanî ji salên 90î ve hebû.

Mihemed Hacî Mehmûd derbarê Qasim Sulêymanî de wiha axivî: “Qasim Suleymanî gelek caran kenê xwe bi me dikir û digot ‘hinek Kurd dibêjin em ligel Îraniyan dost in, lê tişta rastî em mirovê hev in. Her çi be mirovayetî ji dostbûnê baştir e, mayînde ye.”

Di heyama şerê li dijî DAIŞê de Qasim Sulêymanî gelek caran serdana Herêma Kurdistanê kir û ligel Pêşmerge xuya dibû.

Fermandeyê Hêzên Pêşmerge Li Germiyan Îrfan Hemehan da zanîn ku wî careke Sulêymanî ligel çend milîsên Heşda Şeibî li sengera Germeserê dîtiye û got: “Ligel fermandeyê sengerê Mehmûd Sengawî hevdîtin kir. Wê heyam plana rizgarkirina Sadiyeyê û Gulaleyê dihat danîn. Qasim Sulêymanî bixwe rê nîşanî hêzên xwe dikir.”

Li Îranê di sala 2015an de Qasim Sulêymanî weke “Şehîdê Zindî” hat pênasekirin. Erka wî ya sereke li dervey Îranî berevanîkirina welatê wî bû. Wî bi milîsên Şîe ên li dervey Îranê berevaniya welatê xwe dikir.”

Şerê li dijî DAIŞê ji Îranê re bû derfet ku stratejiya xwe ya li herêmê bihêz bike, yek ji wan ew bû ku hêza Heşda Şeibî ya ji çekdarên Şîe pêk tê, weke fermî hat qebûlkirin. Hema hema tevahiya serkirdeyên grûpên Şîe peywendiyên bihêz ligel Qasim Sulêymanî hebûn.

Miheme Hacî Mehmûd dibêje: “Min ew di heyama şerê li dijî DAIŞê de çend caran dît. Rolake girîng wî di şerê li dijî DAIŞê de hebû.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe ya derbarê kuştina Qasim Suleymanî û Ebû Mehdî Mihendîs de amaje bi wê yekê kir ku rola Sulêymanî û Mihendîs di şerê li dijî DAIŞê de girîng bû.

Hacî Mehmûd, Qasim Sulêymanî weke “kesayetekî jîr” pênase kir û got: “Ew ji bo xizmeta welatê xwe bi şev û roj dixebitî.”

Peywendiyên Qasim Sulêymanî ne bi tenê ligel berpirsên serbazî û siyasî bihêz bû, herwiha peywendiyên wî ligel mirovên ji rêzê jî bihêz bû. Tê gotin ku ev taybetmendiya wî, ji çanda civakî ya bajarê Kirman û çanda eşîrtiyê tê.

Li dijî Kurdan zimanê gefê jî bikar anî

Bi gotina Mihemed Hacî Mehmûd, Qasim Sulêymanî girîngî bi rewşa ewlehî û aramiya herêmê dida û wan di heyama şerê navxwe de alîkarî ji wî xwestine.

Bêguman zimanê Qasim Sulêymanî li beramberî Kurdan her tim dîplomatîk û nerm nebûye. Çavkaniyên ji mijarê agahdar dibêjin ku wî gelek caran li hemberî Kurdan zimanê gefê jî bikar aniye. Bi taybetî dema ku Kurdan bi awayeke erênî bersiva daxwazên wî nedane, bi gotina heman çavkaniyan wî zimanê gefê bikar dianî.

Minakên vê yekê jî weke; bi zextan ji Kurdan dixwest ku piştevaniya Nûrî Malîkî bikin ku ew bibe serokwezîrê Iraqê, helwesta wî ya li dijî referanduma serxwebûna Kurdistanê û kiryarên wî yên di heyama bûyerên 16ê Cotmeha 2017an de, têne nîşandan.

Di sala 2012an de hewldana Kurdan, Mukteda Sadr û Îyad Elawî ya dûrxistina Nûrî Malîkî ji desthilatdariya Iraqê, bi sedema Qasim Sulêymanî bi serneket.

Di wê heyamê de Sulêymanî du mercan danî li pêş rayêdarên Iraqî. Yekem Celal Talebanî dê weke serokomarê Iraqê bimîne û duyem jî Malîkî û hevpeymanên wî dê ji bo derxistina Amerîkayê ji Iraqê hewl bidin.

Siyasetmedarê nêzîkî Celal Talebanî yê bi navê Baxtiyar Talebanî di sala 2003yê de ji New Yorkerê gotiye: “Dema em ji Qasim Sulêymanî re dibêjin na, ew ji me re astengiya derdixe û yekser teqîn û pevçûn çêdibin.”

Baxtiyar Talebanî ji Rûdawê re jî got: “Dema ku Kurdan piştevaniya Nûrî Malîkî nekirin, Qasim Sulêymanî bi destê xwe nameyeke xirab ji Mam Celal û Mesûd Barzanî re şand. Weke serokê Mam Celal û Mesûd Barzanî be, ji wan re gotibû ev helwesta we nayê qebûlkirin.”

Talebanî herwiha da zanîn ku piştre aliyên Kurd û Ereb serdana Celal Talebanî kirine û ji wî pirsîne ‘we çima em der kirin?’ Talebanî jî nameya ji Qasim Sulêymanî wergirtiye, daye wan û gotiye ku hûn bixwe bixwînin.

Şîretên Qasim Sulêymanî

Rêveberiya Tehranê di 5ê Çileya 2020an de Nûnerê Herêma Kurdistanê yê li Îranê Nazim Debax vexwendiye bo beşdarkirina merasîma veşartina cenazeyê Qasim Sulêymanî.

Nazim Debax da zanîn ku wî her tim şîretên Qasim Sulêymanî bo berpirs Kurd û Iraqî hebûn û got: “Sulêymanî her tim şîret li me dikir ku em ji karmendên xwe re bibêjin rêzê ji serkirdeyên xwe bigirin.”

Debax herwiha da zanîn ku Celal Talebanî û Serok Mesûd Barzanî li ba Qasim Sulêymanî kesên karîzma bûn û ji wan dixwest ku ew xwe ji kiryarên zerarê bidin karîzma wan dûr bixin.

Tê gotin ku peywendiyên Qasim Sulêymanî ligel êşirên Kurd jî hebûn. Serkirdeyê eşîra Ako, Hebas Bayîz Axa ku peywendiyên wî ligel rayêdarên Îranî baş e, da zanîn ku wî ligel Qasim Sulêymanî hevdîtin kiriye.

Hebas Bayîz Axa ji Rûdawê re got: “Ez careke bo Îranê hatim vexwendim. Ji min re gotin ku em dê te bi generalekî malnişîn re bidin naskirin. Ew kesê ku min pê re hevîditin kirî weke kesekî nexweş tevdigeriya. Ji min hinek pirs kirin, lê tevahiya pirsên wî siyasî bûn. Min ji wî re got ku ez ne kesekî serbazî me û pirsên te jî ne pirsên kesekî leşkerî ye. Min ji wî xwest ku xwe bi min bide nasîn, lê wî xwe li min neda naskirin.”

Bayîz Axa diyar kir ku wî piştre zaniye ew kesê ku pê re hevdîtin kiriye Qasim Sulêymanî bûye.

Serkirdeyê eşîra Ako, da zanîn ku ew dê beşdarî şîna Qasim Sulêymanî ya li Hewlêrê bibe, eger neçe dê şerm be, çimkî ew têkiliyên wî û rêvebirên Îranî hene.

“Qasim Suleymanî bêyî bac alîkariya kesê nedikir”

Di van salên dawiyê de li her qunceka Iraqê desthilatdariya Qasim Sulêymanî hebû. Li gor nûçeya New Yorkerê, Qasim Sulêymanî di sala 2008ê de bi rêya Celal Talebanî peyameke ji generalê Amerîkî David Petraeus re şandiye û di peyama xwe de gotiye: “General Petraeus bizane ku ez Qasim Sulêyman im, polîtikayên Îranê yên li welatên weke Lubnan, Iraq, Efxanistan û Xazayê ez birêve dibim. Balyozê Îranê yê li Iraqê girêdayî Supaya Qudsê ye. Kesê li şûna wî jî were dê ji Qudsê be.”

Amerîkayan wê heyama fêm kiriye ku Qasim Sulêymanî piştî Xameney kesayetê duyem ê Îranê ye.

Berpirsekî PDKê ku nexwest navê wî were eşkerekirin dibêje: “Dema ku me ew rûbirû dît weke kesekî nerm xuya dibe. Lê wî siyaseta Îranê ya belavbûna li herêmê birêve dibir. Şiyana wî hebû ku li dervey Îranê hêzên çekdarî ava bike. Li kuderê metirsiyek hebûya, ew diçû wê derê.”

Heman berpirsê PDKê diyar kir ku Qasim Suleymanî bêyî bac alîkariya ti kesî nedikir û got: “Sala 2014 di heyama şerê li dijî DAIŞê de bi nirxê 600 milyon dolar çek dan Iraqê, lê piştre daxwaza wan pereyan nekir, çimkî wan li beramberî berjewendiyên xwe ew alîkarî kiribûn.”

Di hejmara 480 ya Kovara Hemşehrî Cewan de ku di sala 2014an de hate belavkirin, derbarê peywendiyên Qasim Sulêymanî de dosyayeke berfireh heye.

Derbarê wê dosyayê de  Nazim Debax dibêje: “Ligel min derbarê Qasim Sulêymanî de hevpeyvînek kirin. Heypevînê zêdeyî saetekê berdewam kir, lê ji ber hesasiyeta mijarê, tenê beşek ji wê hevpeyvînê weşandin.”

Di wê hejmarê de Nazim Debax ji bo Îraniyan gotiye “Kurdistana me heye, we jî Sulêymanî heye.”

Siyasetmedarekî Kurd jî dibêje: “Li Kurdistanê siyasetmedarek nîne Qasim Sulêymanî nas nake. Ew ti caran li koşk û otelên giranbiha nedima. Wî ti caran li cihê rûnîştî ferman nedida, ew her tim li qadê bû. Wî bi vî awayî da nîşandin ku ew micahid e.”

Derbarê Qasim Sulêymanî de Siyasetmedarekî din jî got: “Eger pirsgirêkek me hebûya yan jî me bixwestiya ligel wezîrik an jî Serokomarê Îranê hevdîtinê bikin, bi rêya Suylêymanî di demeke kurt de pêk dihat.”

Siyasetmedarekî din ê Kurd jî anî ziman: “Li axa Herêma Kurdistanê, kampên partiyên weke PDKa Rojhilat û Komele hene û li ser sînor jî kampên PKK û PJAKê hene. Me ligel Îran û tevahiya rêxistinên din Kurd rêkevtin kir. Li gor rêkevtinê Îran dê li ser axa me êrişî van partî û rêxistinan neke û ew jî dê ji Herêma Kurdistanê êrişî Îranê nekin. Li jêr vê rêkevtinê îmzeya Qasim Sulêymanî heye. Eger qenciya wê siyasetê nebûya, bi bombeyekê tevahiya wan rêkevtinan dê hilweşiya.”

Çavkanî: Rûdaw

Back to top button