Nivîsar

Nîqaşa li ser kêmasiya tîpên alfabeya kurdî latenî

 

Çend roj berê nîqaşek li ser tîpên Alfabeya Kurdî dest pê kiribû.

Hinan digot: Ev 31 tîpên alfabeya Kurdî bes in.

Hinan jî digot: Ev 31 tîp ne bes in.

Min rind bala xwe dayê, ew biraderên me yên ku zêde ziman û mêjûya wî rind nizanibûn, tevan digot, 31 tîp bes in.

Lê ew biraderên ku ziman û mêjuya zimên rind dizanin, digotin: 31 tîp ne bes in, lê niha meriv nikare dest bide alfabeyê.

Dema ez dibêjim Alfabeya Kurdî ya Latênî, amac tenê kurmancî û kirdikî (zazakî) ne.

Kurdiya kurmancî, bermaya zimanê Împeretoriya MADê ye. MEDan berê 36 ya jî 38 tîp bi kar anîne, Lê ji ber ku alfabe têra fonetîka wan nekiriye, tîpên alfabeya xwe kirine 44.

Niha kurdên ku bi kurdiya kurmancî dipeyivin, çendî ku 31 tîpên latênî bi kar tînin, lê ka em berê xwe bidin van tîp û peyvêb kurmancî yên li jêrê, gelo ev 31 tîpên alfabeyê têrê kurmancî dikin yanena?

(peyvên qalind bi du tîpên ji hev hatine nivîsandin)

Ev e 37 peyvên kurmancî li jêrê ku tîpên wan di Alfabeya Kurdî a Latênî de nînin:

Bilqîn:

Di vê peyvê de du tîpên (B-L) qalind hene ku di Alfabeya Kurdî a Latênî de nînin.

Mînak: Çewa berik lê ket, bû bbillqîna xwînê.

Çilmisî:

Di vê peyvê de 3 tîpên (L-M-S) qalind hene ku di Alfabeya Kurdî a Latênî de nînin.

Mînak: Gul û nêrgiz çillmmissîn.

Çirot:

Di vê peyvê de tîpeke (R) qalind heye ku di Alfabeya Kurdî a Latênî de nîne.

Mînak: Aş çirrot e (aş vala ye).

Çîrtik:

Di vê peyvê de tîpeke (R) qalind heye ku di Alfabeya Kurdî a Latênî de nîne.

Mînak: Fatê rabû û da çirrtikan.

Çor:

Di vê peyvê de tîpeke (R) qalind heye ku di Alfabeya Kurdî a Latênî de nîne.

Mînak: Kalo bi nexweşiya çorra zirav ketiye.

Cot:

Di vê peyvê de tîpeke (T) qalind heye ku di Alfabeya Kurdî a Latênî de nîne.

Mînak: Apê Kendo zeviya xwe bi ga cott dike.

Dilmo:

Di vê peyvê de du tîpên (D-L) qalind hene ku di Alfabeya Kurdî a Latênî de nînin.

Mînak: Mînaye hêka ddillmoyî.

Fis:

Di vê peyvê de tîpeke (S) qalind heye ku di Alfabeya Kurdî a Latênî de nîne.

Mînak: (bibborin) Dîk fiss dike mirîşkê.

Hek:

Ji bo xwişka meriv a mezin HEK tê gotin.

Di vê peyvê de tîpa (H) di Alfabeya Kurdî a Latênî de nîne.

Dengê vê peyvê dengekî wisan e ku di navbera Hêya (hecî) erebî û ´Eyna (Elî) erebî de ye.

Hinetîtik:

Dengê vê (H) jî, herwekî dengê ”hek”ê ye.

Lemelem:

Di vê peyvê de du tîpên (L-M) qalind hene ku di Alfabeya Kurdî a Latênî de nîne.

Mînak: Bûye llemmellemma êgir…

Lop:

Di vê peyvê de du tîpên (L-P) qalind hene ku di Alfabeya Kurdî a Latênî de nîne.

Mînak: Ev llopp ji hirya beranan çêbûye.

Newal:

Di vê peyvê de tîpeke (L) qalind heye ku di Alfabeya Kurdî a Latênî de nîne.

Mînak: ”newall bi dar e, lê meyrikê Meyremê. Gur tê bi xarr e, li erdikê rûmenê.”

Newroz:

Di vê peyvê de tîpeke (R) qalind heye ku di Alfabeya Kurdî a Latênî de nîne.

Mînak: Newrroza we pîrroz be.

Patrax:

Di vê peyvê de tîpeke (R) qalind heye ku di Alfabeya Kurdî a Latênî de nîne.

Mînak: Gamêş ketiye nava patrraxê û jê dernakeve.

Pel:

Di vê peyvê de du tîpên (P-L) qalind hene ku di Alfabeya Kurdî a Latênî de nînin.

Mînak: Mêrik pêxwas bi rê ve diçû, ha ku dît ppellek li binê nigê wî ket û di aliyê jorê de derket.

Penîr:

Di vê peyvê de tîpeke (P) qalind heye ku di Alfabeya Kurdî a Latênî de nîne.

Mînak: ppenîrê bizinan xweş e.

Per:

Di vê peyvê de tîpeke (R) qalind heye ku di Alfabeya Kurdî a Latênî de nîne.

Mînak: Wan perr û baskên bilbilê min qusandin, êdî nikare bifire.

Pir:

Di vê peyvê de tîpeke (R) qalind heye ku di Alfabeya Kurdî a Latênî de nîne.

Mînak: Îsa baran pirr dibare.

Pîroz:

Di vê peyvê de tîpeke (R) qalind heye ku di Alfabeya Kurdî a Latênî de nîne.

Mînak: Cejna te pîrroz be.

Pizdan:

Di vê peyvê de du tîpên (P-Z) qalind hene ku di Alfabeya Kurdî a Latênî de nînin.

Mînak: Hin çêlek dema dizên, ppizzdanên xe dixwun.

Pizî:

Di vê peyvê de tîpeke (Z) qalind heye ku di Alfabeya Kurdî a Latênî de nîne.

Mînak: Pizzî ji ber doxînê şeliqiye.

Pizot:

Di vê peyvê de sê tîpên (P-Z-T) qalind hene ku di Alfabeya Kurdî a Latênî de nîne.

Mînak: Ji darê maziyan ppizzottên gurr derdikevin.

Por:

Di vê peyvê de du tîpên (P-R) qalind hene ku di Alfabeya Kurdî a Latênî de nîne.

Mînak:  Pporrê min weşiya, qenim avdeyek jê nema.

Teng:

Di vê peyvê de tîpeke (T) qalind heye ku di Alfabeya Kurdî a Latênî de nîne.Mînak: Ttenga kerê xwe bişidîne, da kurtan ji serê nekeve.

Tir:

Di vê peyvê de du tîpên (T-R) qalind hene ku di Alfabeya Kurdî a Latênî de nînin.

Mînak: Mele Nisredin çû ba remldarî û got: Ez ê kengê bimrim? Gotê: Dema kerê te li hevrazî çû û ttirr kir, tu yê hingê bimrî.

Totik:

Di vê peyvê de du tîpên (T-T) qalind hene ku di Alfabeya Kurdî a Latênî de nînin.

Mînak: Dema ttottik di destê lêwik de bû û dixwar, qijikê ji destan derxist û bir çû serê darê.

Totme:

Di vê peyvê de du tîpên (T-T) qalind hene ku di Alfabeya Kurdî a Latênî de nîne.

Mînak: Apê His hertim bi nexweşiya ttottmeyê dikeve.

Zal:

Di vê peyvê de du tîpên  (Z-L) qalind hene ku di Alfabeya Kurdî a Latênî de nîne.

Mînak: Zzallê bavê Rostem hem leheng bû, hem jî pir camêr bû.

Zêr:

Di vê peyvê de tîpeke (R) qalind heye ku di Alfabeya Kurdî a Latênî de nîne.

Mînak: Zêrr zane, zorr zane, devê tivinga mor dizane.

Ziman:

Di vê peyvê de tîpeke (Z) qalind heye ku di Alfabeya Kurdî a Latênî de nîne.

Mînak: Zzimanê min ê nijadî, kurdî ye.

Zir:

Di vê peyvê de du tîpên (Z-R) qalind hene ku di Alfabeya Kurdî a Latênî de nînin.

Mînak: Evê hanê, zzirr ker e.

Zirav:

Di vê peyvê de du tîpeyvên (Z-R) qalind hene ku di Alfabeya Kurdî a Latênî de nîne.

Mînak: Pirrî tirsonek bû, zzirravê wî qetiyaye.

Zor:

Di vê peyvê de du tîpên (Z-R) qalind hene ku di Alfabeya Kurdî a Latênî de nînin.

Mînak: Pirraniyê zzorr mêraniyê bir.

Zoro:

Di vê peyvê de du tîpên (Z-R) qalind hene ku di Alfabeya Kurdî a Latênî de nîne.

Mînak: Zzorro Axa…

Zotik:

Di vê peyvê de du tîpên (Z-T) qalind hene ku di Alfabeya Kurdî a Latênî de nîne.

Mînak: Bila zzottika meriv derê, bila navê meriv bi xirabî dernê- GP.

Xar:

Di vê peyvê de tîpeke (R) qalind heye ku di Alfabeya Kurdî a Latênî de nîne.

Mînak: Ne xarr e, ne kap e, dibê ez pêşik.

Li vê gorê, ev 10  tîpên li jêrê di Alfabeya Latênî ku niha de ku em bi kar tînin nînin:

B
D
H
L
M
P
R
S
T
Z

Fermo, de îcar binerin ka 31 tîp têra zimanê me dikin yanena?

Lê niha mafê kesî tune û destûr jî tune ku hinek tîpan li alfabeya Kurdî kêm û zêde bikin.

Bi hêviya lêkolîneke berfireh ji aliyê ciwanên me ve li ser fonetîka kurdîya kurmancî…

05/ 01/ 2020

Zeynelabidî Zinar

Back to top button