Civak
Peyama sersaxiyê
KOMÎTEYA HEVKARÎ YA HÊZÊN SIYASÎ YÊN KURD Û KURDISTANÎ LI SWÊDÊ
Peyama sersaxiyê
Ji bo
Malbata Elî Dînler,
Rêzdar malbata gorbehişt,
Nûçeya koçkirina dawîn ya Elî Dînler sekreterê berê yê Partiya Demokrat a Kurdistan-T em xemgîn kirin. Bi çûyina Elî Dînler gelê kurd welatparêzekî hêja û lawekî fedakar wenda kir.
Em wek Komîta Hevkarî ya Hêzên siyasî yên Kurd û Kurdistanî ku nûnerayetiya 27 partiyên siyasî yên ji herçar beşên Kurdistanê dike, xemgînî û êşa malbata gorbehişt û ya heval û dostên wî parve dikin.
Bila serê malbata wî, serê heval û hogirên wî sax be!
Bila ruhê wî yê pak û temîz şad be û cîhê wî behişt be!
Digel rêz û silav
04.03.2012
Şefîk Kaya
Berpirsê
KOMÎTA HEVKARÎ YA HÊZÊN SIYASÎ YÊN KURD Û KURDISTANÎ LI SWÊDÊ