Cîhan

Rusya li Suriye tawanbar e

Nameya rojnamevanê Elman ( dostê gelê kurd) bo balyozxaneya Rûsiya

Rêzdar,

Eve demeke dirêj e, rûdanên diltezîne û tirsnak li welatê hevpişkê welatê te, li  Sûriya min gelekî mijûl dikin.

Ez Rûsiya û Sîn bi  kuştina bi hezaran û roxandina dibe  digel rêjîma Sûriya berpirsiyar û gunehkar dibînim.

Ji bo çi welatê te, ku têkiliyên baş bi Sûriya re hene, bi rola xwe nalîze û kartêkirinê li koma kujeran nake, da kuştin, qirkirin û roxandin raweste, an jî bi kêmanî kêm bibe? Lê diyare Rûsiya nema dikare kartêkirinê li desteya terorîst ya Sûriya bi rê ve dibe, bike an jî ew rêjîm guh nade şîretên Rûsiya jî.

Diyar e rêjîma te li Moskaw di salên buhurî de jibîr kiriye, gelekî fêrnebûye, ku nabê rê bide komên kujêr ku destdirêj bibin. Ez wek rojnamevanekî bo rojnameyeke kurdî li başûrê Kurdistanê, dê xwendevanên xwe agadar bikim û binivîsim,  ku Rûsiya ji bo aştiyê rola xwe bicih naîne, belê siyaseta wê tenê li ser berjewendiyê ava dibe û çekan difroşe wan welatên, ku mafê mirovan bipê dikin. Ez hêvîdar im ku hîn mirov li Rûsiya mabin, ji vê siyaseta Rûsiya şerim bikin.

Rojnemevan

Klaus Gerber

Back to top button