Mistefa Barzanî (1903-1979)

Mistefa Barzanî (1903-1979)
Serokê nemir Mele Mistefa Berzanî jî yek ji rûmet û dewlemendîya netewa Kurd e. Dewlemendîyên me rûmetên me ne. Divê em li rûmetên xwe xwedî derkevin û wan tu carî ji bîr nekin.
Bi rastî di derheqê jîyana Barzanîyê nemir de em çi bêjin, em çi binivîsin, disa jî mabesta me û rastîya jîyana Barzanîyê nemir nayne ziman. Lewra jiyana Barzanîyê nemir dîroka netewbûna gelê kurd e. Em bixwazin an nexwazin wê dîrok di nav rûpelên xwe de, wê cîhekî zêrîn veqetîne ji bo Lawê Kurd, General û rêbazê mezin ê kurd.
Barzanîyê nemir, di 14’ê adara sala 1903 an de li gundê Barzan ji dayik bûye.
Di 1905’an de bi dayika xwe re, ji aliyê osmaniyan ve tê zîndankirin.
Di 1914’an de birayê wi Şex Abdulselam ji alîyê Osmanîyan ve tê darvekirin. Darvekirina Şêx Abdulselam Barzanî bandorek giran li ser Barzanîyê nemir çêdike. Lewra zarokatî û xortanîya wî di bin zilma dagîrkeran de derbas dibe.
Barzanîyê nemir di sala 1931’ê de, bi çalakiyên xwe yên bijarte li hemberî dijmin derdikeve pêş. Bi malbatî wê demê beşdarî çalakîyên li hemberî dijmin dibe. Li gel brayê xwe yê mezin Şêx Ahmed Barzanî, li dijî rejîma Îraqê ji bo mafên gelê kurd dest bi rêberiya şoreşa kurdî dike.
Serhildana ku di sala 1935’an hate şikestandin ji bo Barzanî û hevalên wî bû sedema koçberî û nefîkirinê. Barzanîyê nemir demek şûnda ji bajarê Silêmanîyê derbasî herema Bahdînan bû û xwe ji rojên dîlîtîyê azad kir. Di sala 1942’an Barzanî ji cihê peneberîyê (nefiyê) diçe û ji nû ve dest bi xebata şoreşê dike.
Di sala 1943’an de li herêma Barzan li hemberî dijmin şer bilind dike û yek ji wan damezirînerê PDK’ê yê bijarte ku di dîroka gelê Kurd de cîh digire. Gava ku li ser erdnîgarîya Kurdîstanê qala netewbûn û mafên gelê Kurd dibe cara yekem navê Melle Mistafa Barzanî tê bîra mirov. Belê di dîroka gelê Kurd de gelek xweşmêr û egîtên hêvîyê xebatên girîng kirine û xwedî kedek mezin in.
Piştî 1945’an, rêberê nemir tevî hêz û qewetên xwe dihere Mehabadê û beşdarî damezrandina Komara Kurdî ya Mehabadê dibe û weke wezîrê berawanîyê tê destnîşan kirin. Di wê demê de Barzanîyê nemir gelek rolên girîng û balkêş digire û weke xizmetkarê gelê xwe, wesfên serokatîya xwe nîşan dide. Di wan rojên germ de nûçevan û nivîskarê artêşa Îranê Necefkulî Pisyan, di pirtûka xwe ya bi navê “Ji Mehabada bixwîn heta ber çemê Aras ê” gelek bi zimanekî zelal, mêrxasî û xweşmêrîya rêbazê nemir dike û pesnê wî dide.
Bi alîkarîya komplo û tifaqa navnetewî Komara Mehabadê hildiweşe. Barzanîyê nemir tevî pêşmergên xwe li hemberî hêzên dagirker dest bi şer dike. Trajedî û bêkesîyên mezin, tengasî û şertên dijwar li dijî Barzanî û peşmergên wî pêktên. Barzanîyê nemir biryar dide ku derbasî Sovyetê bibe lê neyarên gelê Kurd dewletên dagîrker Îran, İraq û Tirkîye bi hewra êrîşên giran dibin ser peşmergên Barzanî. Barzanî, di şoreşa gelan de cara yekem li hemberî sê dewletan bi mehan şerekî giran dike û bi zirarek kêm xwe digîne nav axa Sovyetê. Ev meş û şerê dîrokî ji meşa Mao ya Çînê zêdetir watedar û balkêşe. Meşa Mistefa Barzanî`yê nemir naşibe meşa Mao û Gandî. Lewra Barzanîyê nemir di şertên giran de, di qeşa çîyan de, di mercên pir xedar û erdnîgarîyek dijwar de li hemberê sê dewletên dagirker û dostên wan şer dike. Şertên her sê welatan û şoreşan cûdaye, îmkan û qewetên wan ne wekehevin.
Mistafa Barzanî û pêşmergên xwe, di dîroka Kurdîstanê de, cara yekem li hemberî sê dewleta û li ser sînorên ji alîyê hêzên dagirker ve hatine dîyarkirin şer kirine û bi alîkarîya vîn û qeweta gelê Kurd bi ser ketine. Divê ev rastîya hanê em tu car jibîr nekin! Lewra Barzanî bi helwestên netewî û ji bo hêvîyên kurdistana mezin sînorên derewîn serûbin kirîye.
Barzanîyê nemir piştî derbasî axa Sovyetê dibe, carek din neyarên gelê Kurd bi hevalbendîya dostên xwe, jiyanê li wan dikin zîndan. Stalîn û hevalên xwe bi piştgirîya rûreşîya peymana Yaftayê, li hemberî serokatîya gelê Kurd, li ser daxwazên berjewendîyên dagîrkeran dikevin nav helwestan û dixwazin wan ji fikir û ramanên Kurdewarî bi dûrbixin, lê Barzanîyê nemir û hevalên xwe, li hemberî zixt û zordarîyê, li hemberî lîstok û polîtîkayên rizî yên rayedarên Sovyetê, serê xwe natewînin û li berxwedidin.
Piştî mirina Stalîn, serokê Sovyetê Kruşçev bi xwe, ji Barzanîyê nemir lêborîn dixwaze û destûr dide ku ew û pêşmergên xwe werin cem hev.
Weke hûn hemû dizanin, di sala 1958’ê de, di bin serokatîya Abdulkerîm Kasim de, li İraqê deshilatdarî bidarê zorê hat guhertin. Abdulkerîm Kasim, ji bo cîhê xwe bişidîne bangî Barzanîyê nemir dike û piştgirî jê dixwaze.
Weke aktorekî sereke di nav sîyaseta İraqê de Barzanîyê nemir dibe xwedî rolekî mezin. Barzanî bê şik bê tirs tevî hevalên xwe vedigere Başûrê Kurdistanê. Bandora sîyaseta Barzanî ne tenê li ser gelê Kurd çêdibe: Gelê Ereb, Asûrî, Keldanî û kêm netewên din, hêvîyên xwe bi vegera Barzanî ve girêdidin. Hemû hezên sîyasî yên komunîst, lîberal û demokrat ji bo piştgirîya serok Barzanî bigirin dikevin nav hewldanên germ û hêzên ku desthilatîya İraqê girtibûn dest xwe, li hemberî sîyaset û qudreta Barzanî dikevin tayê. Tirs û xayintîya Abdulkerîm Kasim û hevalên wî dibe sedema şerekî nû.
Di sala 1961ê de, artêşa İraqê bi hemû hêz û qewetên xwe carek din êrîşî xaka Kurdîstanê kirin. Barzanîyê nemir û hevalên xwe carek din dest avêtin çekan. Di dîroka gelê Kurd de ev serhildan wek bi navê şoreşa îlonê tê zanîn. Şoreşa Îlonê dîrok e. Bingehîna netewbûnêye. Şoreşa îlonê bîr û bawerîya gelê Kurd e. Barzanîyê nemir û hevalên xwe bi helwestên şoreşgerî gelê xwe bêhêvî nehîştin. Berjewendîyên xwe yên şexsî li ser berjewendîyên gelê kurd negirtin. Doza gelê xwe ji bo cîh, maqam û postan nefirotin. Gelê Kurd, bingehê jîyana xwe di rêbaza şoreşê de dît û piştgirîya xwe kêm nekir.. Wekî em hemû dizanin şoreşa Îlonê berî niha 50 sal berê roja 11-ê îlona 1961 an de, di rêberiya Partiya Demokrat a Kurdistanê û serokatiya Barzanîyê nemir de destpêkir. Ew roj bû roja vejandina hestên netewî û bû roja şînbûna hêviyên gelên Kurdistanê ji bo destxistana mafên neteweyî.
Di sala 1970 an de, dewleta İraqê û dîktatorên Baasî, li ber berxwedana gelê Kurd serê xwe ditewînin û mafên otonomîyê qebûl dikin. Lê weke bapîran gotîye “Rîh dibe bihost, lê dijmîn nabe dost!” carekî din eşkera dibe. Dewleta İraqê pirsgirêka Kerkûkê derdixe holê û dixwaze doza netewa kurd bidawî bîne. Barzanîyê nemir, carek din bi dengekî şoreşgerî û netewî diqîre û dibêje: “Kerkûk Kurdîstan e, Kerkûk dilê Kurdîstanê ye!” Dewleta İraqê li hemberê gelê Kurd, bi piştgirîya dewletên Ereb, Tirkîyê û Sovyetê dest bi şer kir. Di nav deryayê de gelê Kurd, destê xwe dirêj kir, lê tu alîkarî û hevalbendî nedît! Mar û dûpişkan dest dirêj kirin, ji bo fetisandina gelê Kurd. Lê Barzanîyê nemir û hevalên xwe, li ber fortên dijmîn serî ne tewandin û li hemberî rejîma Îraqê şerê xwe berdewamkirin.
Barzanîyê nemir, di navbera salên 1970 an heta 1975 an, li hemberî dewleta İraqê û hevalbendên wê şerekî mezin meşandin. Gelek caran ketin tengasîyê û ji der û dorên xwe alîkarî xwestin. Şahê Îran û dewleta Amerîka ji bo berjewendîyên xwe demek alîkarîya hêzên kurd kirin. Gelek kes şert û mercên wê demê li ber çav nagire û rexnên nedicîh de tîne ziman. Ev jî dibe sedema neheqî û bêûjdanîyê. Di wê demê de, tu kes naxwaze rola Sovyetê ya negatîf bibîne û rexne bike. Dewleta Sovyetê, bi hemû çek û teknîka xwe, li hemberî gelê Kurd şer kir. Ji xencî alîkarîya teknîkî, bi firokên şer beşdarî nav qada şer bû. Ji xencî wî Tirkîye, Sûrîye, Misir û dewletên Ereban bi hemû qewetên xwe alîkarîya dewleta Iraqê kirin. Kurd ji bilî qeweta xwe tu alîkarî û piştgirîyek vekirî negirtin û tu hêz û dewlet dengê wan nebihîst!
Di 6 Adarê sala 1975’an de, bi peymana Cezayîrê, tevgera kurd carek din li hemberî êrîşên navnetewî û piralî paşve gav avêt û şoreş şikest. Lê rêbaza Barzanîyê nemir û kadroyên PDK`ê, ji bo qewetên xwe dîsa bi cîh û xurt bikin, di sala 1976 an de, bi navê Şoreşa Gulanê li dijî dewleta İraqê dest bi şer kirin. Barzanîyê nemir, di dawîya jiyana xwe de, ji ber nexweşiya xwe ya bêçare derbasî Amerîka`yê dibe û li wir di 1’ê Adara sala 1979 an de diçe ser dilovanîya xwe. Mela Mistefa Barzanî li Barzan hat veşartin.
Em dizanin ku hinek kesên bê aso û rojene li ber bayê xurt direqisin, gava navê Barzanîyê nemir dibihîzin dikevin tayê. Lê rastî, tu car li gor dilê mirov nameşe. Dibê mirov li gor pergalên demê, wan şert û mercên wê demê li ber çav bigire û bûyeran binîrxîne. Rastî wê gavê derdikeve holê. Di netewbûna gelê Kurd de, rola Barzanîyê nemir zêdetir mezine! Di dîroka gelê Kurd de navê Melle Mistafa Barzanî wê bi tîpên zêrîn bê nivîsandin, em bixwazin an nexwazin ew jî rastîyeke!
Barzanîyê nemir di wesyata xwe de wesfê serokatî, niştimanî û kurdîstanî pir eşkera nîşan dide. Nemir di wesyeta xwe de dibêje: “Heskirina we ya li hemberê min, bila ne zêdetirî heskirina peşmergeyekî şehîd be! Bila mezelê min ne bilindtir be ji mezelê peşmergeyekî şehîd!”
Navê Barzanî`yê nemir, çewa ji bo gelê Kurd bû sembola berxwedan û Kurdewarîyê; ji bo dijmînên Kurdîstanê jî bû çîyayê tirsê! Dijmînê gelê Kurd, çiqas bi dafik û lîstîkan xwestin bendavan çêbikin, çîya ji cîhê xwe herikîn û bi ser wan de çû.
Li bakûrê Kurdîstanê rêbaza Barzanî û xebatên PDK`ê hertim rastî êrîşên dewleta Tirk bû. Piştî şoreşa Îlonê dewleta Tirk bi taybetî ket nav komplo û lîstîkan. Ji bo tirsa xwe veşêrin, di salên 1960 de hinek rewşenbîr, serokeşîr û navdarên Kurd komkirin û li bajarê Sêwasê di qampên taybet de dîl girtin.
Di salên ’70 ê de dest bi koployan kirin û lawên Kurd yên bijarte ji holê rakirin. Di navbera salên ’70 ê û ’80 ê de pêla şoreşê, bayê Kurdewarî li hemû derên Kurdîstanê belav bû. Lê çi heyf e ku li dijî siyaseta dagirkeran rêxistinên Kurd xwe nû nekirin û şikestin. Dewleta Tirk her tim ji bo şopa kurdewarî nebe qewet û hêz bendavên kûr avakirin. Pirî caran dijmînê gelê Kurd, di lîstîkên xwe de pêş dikevin. Lê `roj tucar bi herîyê nayê veşartin!` Dem diguhere, nivş cîh diguherin, jiyan bi hemû rengê xwe amadeye ku bingeha hêvî û xewnên me bi cîhbînê! Divê her nivş dîroka gelê xwe baş bizanibe û ji pêşîyên xwe tecrûbe û dersan derxe, rêya xwe ronî bike. Di hemû warên şoreşê de, rêbaza Barzanîyê nemir, zêdetir dewlemend e. Em bawerin di demek kin de gelê kurd, lawên Kurd wê rojekê li Bakûrê Kurdistanê jî ala ku Qazî Muhamed emanetî Melle Mistafa Barzanî kiribû, wê li her derê daliqînin û di bin sîya wê de bi serfirazî bijîn!
Ez dixwazim axaftina xwe bi çend gotinên şehîdê nemir Qazî muhamed bi dawî bînim. Qazî Muhamed di dadgeha dagirkeran de ewha diqîre:
“Min ala Kurdîstan, emanetî Melle Mistefa Barzanî kirîye û li ser milê wî ji çîyakî dihere çîyakî, ji bajarekî dihere bajarekî, ji welatekî dihere welatekî, heta ku rojek li ser hemû çîyayên Kurdistanê, li hemû derên Kurdistanê bê daliqandin, pir baş bizanibin wê ew roj jî bê!
“Pekala ez bi çend hevokan Melle Mistefa Barzanî ji we re bidim nasandin: Di dîrokê de çiqas egît, mêrxas, xwedî ûjdan, mîrovperwer, azad, bêtirs û xwedî asoyek bêsînor hene, BARZANÎ jî yek ji wan xweşmêran e. Çiqas nîşan û wesfên rastîyê, bawerîyê û dilsozî heye, hemû di BARZANÎ de heye!”
QAZÎ MUHAMED
02-03-2012 –
Cano Amedî
(Netewe)