Peyama Serok Barzanî di salvegera referendûmê de

Serok Barzanî di peyamekê de bi minasibeta salvegera roja biryardana encamdana referenduma serxwebûna Kurdistanê dibêje ku ew roja biryar hatiye dan referendûna serxwebûnê bê encam dan rojeke dîrokî ye û sipasiya wan kesan dike yên ji encamdana referendûmê poşman nebûn.Di salvegera roja biryara encamdana referendûmê, Serok Mesûd Barzanî peyamekê di malpera xwe ya Twitter de dibêje: Îro rojeke dîrokî ye. Ez sipasiya wan kes û aliyan dikim yên ku li ser encamdana referendûmê poşman nebûn û xwe ji tu kesî re neçemandine.Teksta peyama Serok Barzanî:Îro rojeke dîrokî ye, roja destnîşankirina roja encamdana referendûmê ye. Ez sipasiya wan kes û aliyan dikim yên ku li ser biryardan û beşdarîkirina di referendûmê de poşman nebûne û xwe ji tu kesî re neçemandine.


