Polîtîk

PDK û YNK biryara parlamentoya Îraqê red dikin

Polîtbûroya Partiya Demokrata Kurdstanê (PDK) û ya Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) roja 07.06.2018ê li bajarê Hewlêrê civiyan û rewşa piştî hilbijartina parlamentoya Îraqê û reaksyonên piştî ragehandina encamên fermî yên dengdanê gotûbêj kirin û her ud aliyan tekîd li ser giringiya yekrêzî û yekdengiya aliyên kurdistanî li Bexdayê kir.Li gor daxuyaniya civînê, PDK û YNK hilweşandina dengdana taybet li herêma Kurdistanê red dikin û tekîdê li ser wê yekê dikin ku li gor destûra Îraqê hemû hevwelatiyan mefê dengdanê heye û nikare ew maf ji welatiyan bê standin û divê  hurmet ji mafên destûrî re bê girtin.Daxuyaniya civîna her du pilîtbûroyan dibêje ku li şûna rola mêrxasane ya pêşmergeyê Kurdistanê di şerê dijî DAÎŞê de û ew hemû qurbanî û mêrxasiya pêşkeşê kirî bi qedir û rûmet li ber çavan bigirin, bi biryareke înfîalî ya parlamentoya Îraqê mafê dengdanê jê destîne.Weke tê zanîn duhî parlamentoya Îraqê biryar da ku debgdana taybet li herêma Kurdistanê bê hilweşandin.

Back to top button