
Serokê MHPê Devlet Bahçelî di derbarê banga Ocalan de dibêje: “Peyama Îmraliyê ji destpêkê heta dawiyê gelekî girîng û binirx e û peyama Qendîlê jî bi heman awayî binirx û cihê razemendiyê ye.”
Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî li ser peyama Abdullah Ocalan û Qendîlê axivî û her du peyam bi girîng binav kirin.
Bahçelî got: “Peyama ku ji Îmraliyê ve hatiye, ji serî heta dawiyê bi nirx û girîng e û peyama ku ji Qendîlê jî hatiye, binirx û cihê razemendiyê ye.”
Destnîşan kir, yekbûna helwestên serkirdeyên PKKê li ser banga Ocalan û piştgiriya wan ji bo bangê di vê qonaxê de, di berjewendiya her kesî de ye. Gihîştina armancan bi rêya terorê, xewneke pêknehatî ye û gelê Tirkiyeyê dîrokeke nû dinivîse.