Peyama DILKURDê ya ji bo 15ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî
Peyama DILKURDê ya ji bo 15ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî
Divê mafê perwerdeya bi Kurdî ji Kurdan re bê dayîn!
15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî rojeke neteweyî ye ku em îradeya gelê Kurd ku zimanê xwe yê qedîm, Kurdî hembêz bikin û ber bi paşerojê ve bigrin bi bîr bînin.
Weke DILKURD di vê roja watedar de em berxwedana ku heta niha li dijî hemû zext û polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser Kurdî hatiye meşandin bi qîmet dibînin û careke din bi dengekî bilind daxwaz dikin ku Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê.
Perwerdehiya bi zimanê dayikê yek ji mafên herî bingehîn ên mirovan e.
Di perwerde û akademiyê de tunebûna zimanê civakê ji bo wê civakê înkarkirina nasname û çandê ye.
Îro li Tirkiyeyê bi milyonan zarokên kurd ji mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bêpar in. Ev rewş ne tenê pirsgirêkek pedagojîk e, di heman demê de pirsgirêkek mirovî, civakî û çandî ye.
Li aliyê din, xalên têkildar ên Peymana Lozanê ya di sala 1923’an de hat îmzekirin, mafên ziman, perwerde û çandî yên civakan nas dike. Lê ev maf nêzî sedsalekê ye ku ji bo gelê Kurd bi awayekî bi bandor nehatine bicihanîn û erkên Peymana Lozanê ji nedîtî ve hatin. Di vê wateyê de dewletên ku peyman îmze kirine, di derbarê zimanê Kurdî de berpirsyariyên xwe bi cih neanîne.
Ev ne binpêkirin e, polîtîkaya înkarê ya eşkere ye.
Weke DILKURD em bangawaziya xwe dubare dikin: Ji zarokxanê heta zanîngehê di her astê de zimanê Kurdî wek zimanê perwerdehiyê bê qebûlkirin!
Ne tenê ya gelê Kurd, divê ev daxwaza hevpar a hemû kesên ku bi îdeala jiyana demokratîk, piralî û aştiyane bawer dikin be.
Bê ziman nasname nabe.
Zindî hiştina zimanê Kurdî tê wateya zindîkirina gelê Kurd.
Yekîtiya Dildarên Kurd (DILKURD)
15 Gulan 2025