Şera: Em rê nadin Sûriye parçe bibe
Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera daxûyakirin ku, ew pêşwaziyê li biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a derbarê rakirina cezayên li ser Sûriyê dike û ev pêngav wek “dîrokî û wêrek” bi nav kir. Şera herwiha teqez kir, ew rê nadin Sûriye parçe bibe.
Şara got: “Em rê nadin Sûriya parçe bibe û êdî Sûriya nabe qada parvekirina desthilatê. Em rê nadin vejiyandina vegotinên rejîma berê, Sûriya ji bo hemû Sûriyan e.”
Ev daxuyanî piştî civîneke girîng tê, Şera duh 14ê Gulanê li Erebistana Siûdî bi Serokê Amerîkayê Donald Trump û Cînişînê Siûdî Mihemed Bin Selman re, derbarê rewşa dawî ya Sûriyeyê de civiyabû. Li gorî ajansa fermî ya Tirkiyeyê, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî bi awayekî online beşdarî civînê bûbû.
Roja 13ê Gulanê jî, Trump di dema Korbenda Veberhênanê ya Siûdî-Amerîkî de li Riyadê, Paytexta Siûdiyê ragihandibû: “Piştî gotûbêjên min ligel Mihemed Bin Selman û li ser daxwaza wan, em cezayan li ser Sûriyeyê radikin û derfeteke nû didinê.”