Polîtîk
Peyama behîdariya Serok Barzanî ya ji bo koçkirina xwedê jêrazî Mîr Kamîran Xêrî Beg

Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi xem û kovaneke zêde me xeberê oxira dawiyê ya Mîr Kamîran Xêrî Beg wekîlê Mîrê Êzdiyan yê karubarên olî bihîst. Xwedê jêrazî Mîr Kamîran kesayetiyekê Kurdperwer û welatparêz û xwedan soz û berkeftiyê malbata Mîran û Kurdên Êzdî bû û ji dest dana wî kesereke mezine.
Bi vê helkefta xemgîn sersaxî û serxweşiyê li Mîr Hazim Tehsîn Beg û malbata Mîrî û Civata Rûhanî û tevaya xuşk û birayên Êzdî dikîn. Ji xwedayê mezin dixwazim ku sebir û hedarê bidete kes û karên rehmetî û hemî Kurdên Êzdî û ruha wî şad bît û cihê wî beheşta berîn bît.
Mesûd Barzanî
16.06.2020