Ha pirnêêêêê… ha pirnê…

Ez dê bi gotepîrekî dest pê bikim. Bav û kalên me çiqasî xweş û rast gotine; ”Êzingê min!”. Bi rastî jî meriv, ji nîvê şevê heta êvarê jî bibêje, meriv çi be, ew e. Elbet dîyalektîk heye, guhurandin heye, guhartin heye, lê û mixabin ku bi LÊ´ye kî mezin…
(Li ser pirsa; di … da – va – ra – û dan-dan û hwd.) Dê, bav, kal û pîra te bi çi awayî deng didan/sewta wan çawa bû? – bersiva piranîya Kurda li ser van pirsa; ”Bi rastî jî tu rast dibêjî, lê heyra hima-hima herkes weha dinivisîne, ka em çi bikin?” Dîsa qewlî gotîva; ”Lo weha hatîye û wê weha jî here!”– Loma, ez dê dîsa bibêjim; ”Ettehîyatû çawa lê hatû…” Bi xwe(ji nezanîya xwe), bi zimanê xwe dilêyizin û deforme dikin. Min bawerî pê anî ku, zû bi zû tu kesekî ji kirta xwe nakeve. Dîsa nexweşîna dan-dan û hwd….
Bi mînakekî pir piçûk; 40-43 sal berê jî, gel di xwepêşandan, meş û şeva da, slogana -”ji” Kurda ra azadî- davêt. Bi deh-hezara kes bi hevdû ra ban dikir; ”ji”-Kurda ra azadî. Tu cara, tu kesekî nedigot; ji KurdaN rE!!! azadî…
Ji ”niviskarekî” – Di derekî da weha dibêje; Ji KurdaN rE azadî…
Dîsa ji heman niviskarî – Di derekî din da jî; Ji Kurda rA azadî…
Van 2 nivisên ji hev cûda jî, bi xwe, delîl û îspata serwextnebûn, nezanî û tênegihiştîbûnê ye. Helbet yekî tenê rast e(”ji” Kurda ra azadî). Yên dinê, fenî gelek ji ”niviskarên zimanzana” va avêtok in.
Li ser mijara ”pirane û yekane” û dan-dan´a nivisekî min ya berfirehtir wekî referens di03-02-2015-Rojevakurd da, bi navê ”Di Kurmancî da, yek ji wan nexweşîna; ”n” heye.
Pirsgirêka Di … Da/De – Va/Ve – Ra/Re û dan-dan; Helbet hin deng û sewtdan devokî ne. Ez dizanim ku ne ciyê vegotina dûr û dirêj e, lê belê bi kurtasî ez dikarim bibêjim ku bi piranîya Kurda tîpa ”a”´yê bi kar tînin. Ji Qazakîstanê, Erîvanê, seranserê Serhedê ta Rojava û li Şingalê, bi giranî ”a” ye. Ji bilî li derdora Mêrdînê û Cizîrê… Ez jî bawerim ku tîpa ”a”´yê baştirîn, çêtirîn e, û zêdetirîn li ser fonetîka zimanê Kurdî tê. Di bîr û bawerîya min da ev jî heye ku, ji sedema sewt û dengê Erebî ye ku tîpa ”e” di dêlva ”a” da bi cîh bûye. Îcar bi piranîya qaşo ”Kurdîzan û niviskara” va, tev dane dû hev û bi nezanî, mixabin ku ketine ”pêşbirka xerabkirin û deformekirina Kurdî… Tiştekî dinê piçûk jî, bi bêdengî dixwazim bibêjim; ”Elo li Welo, Heso jî li Welo dinihêre… Eman gidî, bila kes ji min ra nebêje nezano!”
Li ser van 3 daçêka(Di…Da – Va – Ra ) û dan-dan´a hin mînak;
Di … Da;
Ez di bextê te DA me, kuro… Keda me, bila di ava danîya DA neçe, birayê min…
Ma ew hedîse, di nava Quran´ê DA heye? Ew Di nava dest û piya DA maye!
Va…;
Qewlî gotî VA… VA dîsa bû şev, Xewa min nayê… (ne ku; qewlî gotî vE – vE dîsa…)
Ji Xwedê VA eyane… Ez hêjî bi xwe VA nehatime… (ne ku Ji xwedê vE, bi xwe vE…)
Ew ber bi malê VA diçe… Keçik, xwe ji nû VA xemilandiye. (ne ku vE…)
Moz bi min VA zeliqî û berneda!- Ji vir pêVA êdî hûn dizanin. (ne ku; vE)
Ra…;
M.A.Cizirî; Ji germavê derketin cot, wey li min wey li min — Yekî ji yekî RA digot…
Berxê xelqê, ji meriv RA nabin beran. Em dê çend kapa bi wan RA jî biavêjin!
Delîlo; Hiş û aqil pê RA çû, lo… Karkiro ji mala Qasê RA… Ji Kurda RA azadî…
Dan…dan!!!;
”Ji” Kurda RA azadî.(ne ku ji KurdaN RE azadî…)
Ji stranekî; Ax ji derdê vî zemanî, Welatê me Kurda kanî… (ne ku; KurdaN)
Ji stranekî; Zembîlfiroş zembîla tîne…Bi şonika lê xistin…(ne ku zembîlaN-şonikaN)
De heyra, gilî û gazina nekin…Ket nava dest û piya! (ne ku gazinaN-piyaN)
Ji zanaya bipirse, ji nezana bitirse…Du bira neçin gura.(ne ku zanayaN-guraN)
Hinek jî nostaljî, trajedî û qomedî;
1- ”Dirûşmên”; çi ye??? ”Duruşmaya”biTirkî nîne gelo!!! ”Slogan” rasttir û baştir e, bi Fransizî ye, û ketîye zimanê me jî.
2- Hem dibêjî ”ji Kurda ra azadî” û di binê nivisê da jî dibêjî ”rewşa KurdaN” – ”bûrjûvazîya KurdaN”- ”çepê TirkaN” – ”sloganek din a KurdaN” – ”grûbên KurdaN” – , ka gelo çima Kurda/Tirka dibe KurdaN-TirkaN???
3- ”Şivancîyan” çi ye?! Pêwistî û hewcedarîyekî pir mezin û berfirehtir li ser van babeta heye… Malneket; ”Şivan+CΔ ”cî” pirtika Tirkî ye – û dîsa ”Şivancîya+N” xeletîyên dan-dan e… 2 xeletî li ser hev… (Ka gelo rast e, ger em bibêjin ”Berzanî+CÎya+N???) Rastîyên wan; Berzanî+gir/a – Berzanî+perwer/a – Şivan+gir/a yan jî Şivan+perwer/a… wekî rastgir/a û çepgir/a yan jî …perwer/a ne. Meriv dikare li ser vê babetê, bi roja binivisînê, hewqas ku ”materîal” pir in!!! Lo dîsa qewlî gotî va ”sûwaro hêdî b(i)ajo!” Ma gelo ew wê ji yên famnekira ra bes be? Gelo!… Ez zêde serê we neêşînim!
Meriv hêvî û xwezî dike ku pirsgirêkên di dêzimanê me da henin, zêdetir nebin, lê mixabin-sed carî mixabin ku ”em” bi destê xwe zêdetir dikin…
Î. Can