Polîtîk

Komkara Erebî êrîşên Tirkiye li başûrê Kurdistanê şermezar dike

Komkara Erebî li hemberî êrişên asmanî yên Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê yên bi hinceta hebûna bingeyên PKKê, şermezar kir.

Ofîsa Ragihandina Komkara Dewletên Erebî bi daxuyaniyeke nivîskî li hemberî êrişên asmanî yên Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê nerazîbûn nîşan da û ew êriş şermezar kirin.

Di daxuyaniya Komkara Dewletên Erebî de tê gotin ku “destwerdanên Tirkiyê bûye cihê dilgiraniyê.”

Komkara Dewletên Erebî dibêje “Operasyona Tirkiyê ya bi hinceta ku şopandina endamên PKKê li Bakurê Iraqê (mebest Başûr Kurdistanê ye) birêve dibe şermezar dike û dagirkeriya leşkerên Tirkiyê serweriya Iraqê binpê dike.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de tê gotin ku ew êrişên Tirkiyê yên li Başûrê Kurdistanê bêyî koordineya Bexdayê hatine encamdan.

Komkara Dewletên Erebî dibêje: “Destwerdanên leşkerî yên Tirkiyê li ser xaka ereban çi li Sûriyê be, an Lîbya an jî Iraqê bûye cihê dilgiraniyê. Dewletên Erebî van destwerdanana red dike.”

Tirkiyê pêr şev operasyonek bi navê Penceya Baz bo ser pêgehên PKKê dest pê kir û li gor Wezareta Berevaniya Tirkiyê, balafirên şer ên wî welatî, Mexmûr, Qendîl, Şingal, Avaşîn, Zab û Basyan û Qereçûx bombebaran kirine.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê diyar kiriye, di êrişê de 81 cih hatine hedefgirtin. Li gor zanyariyan, di encama bombebaranan de heta niah ti zirarên canî çênebûne û tenê li Çiyayê Şingalê, 3 şervanên YBŞê birîndar bûne

Back to top button