
Parlementerekî Kurdistanê rexne li seroka parlementoya Kurdistanê Rêwas Fayîq digire ku bi serê xwe biryara parlementoyê ya rakirina parêzbendiyê li ser parlementerê Komela Îslamî, Soran Umer betal kiriye.
Duhî hat gotin ku seroka parlementoya Kurdistanê Rêwas Fayîq di bin fişara Lahûr Cengî de biryara parlementoya Kurdistanê ya rakirina parêzbendiyê li ser parlementerê Komela Îslamî, Soran Umer betal kiriye.
Li ser vê mijarê, parlementerê Kurdistanê Şivan Zirarî daxuyaniyek belav kir û nerazîbûn nîşan da.
Şivan Zirarî di peyama xwe de gotiye, nedibû seroka parlementoyê vê yekê bike ji ber ku mijara rakirina parêzbendiyê mijareka hiqûqî ye lê seroka parlementoyê bi awayekî siyasî û di bin fişara partiya xwe de (YNK) ew biryar betal kiriye.
Wî parlementerê Kurdistanê di berdewamiya peyama xwe de gotiye, nedibû seroka dezgeheka niştimanî wisa hêsan bikeve dafka serseriyên siyasî yên nav partiya xwe. Bi rastî şerm e.
Bi gotina wî parlementerî, qesta seroka parlementoyê ew e ku qanûna reforman ji bîra mirovan bibe lê divê ew bizane dema qanûna reforman bicîh were dê gelek tişt werin bîra wê!